Mamosteyên dibistana El-Qasim hatin xelatkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê mamosteyên dibistana Mihemed El-Qasim a li taxên rojhilatê bajêr, bi şahiyekê xelat kirin.

Mamosteyên dibistana El-Qasim hatin xelatkirin
Mamosteyên dibistana El-Qasim hatin xelatkirin
Mamosteyên dibistana El-Qasim hatin xelatkirin
Mamosteyên dibistana El-Qasim hatin xelatkirin
Mamosteyên dibistana El-Qasim hatin xelatkirin
Mamosteyên dibistana El-Qasim hatin xelatkirin
Mamosteyên dibistana El-Qasim hatin xelatkirin
6 sibat, 2020   14:19
MINBIC

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbicê û gundewarên wê hewl dide ku behreyên xwendekaran û perwerdeyê pêş bixe. Di vê der barê de îro bi şahiyekê li dibistana Mihemed El-Qasim El-Seqefî li dar xist. Bi dehan xwediyên xwendekar û mamosteyan û nûnerên Rêveberiya Sivîl, beşdarî şahiyê bûn.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre stran, dîlan û mûzîkê hatin pêşandan. Her wiha şanoyekî ku azarên gelê Sûriyê reva dike hate pêşandan. Zaroka bi navê Şeyma El-Îdo jî helbestek li ser bajarê Minbicê got.

Di dawiya şahiyê de, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê mamosteyên dibistana El-Qasim ji ber keda wan a avakirina nifşekî zana xelat kir.

 (cx)

ANHA