Meclisa Malbatên Şehîdan der barê yekitiya kurdî de daxuyaniyek da

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê der barê ye yekitiya kurdî û daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ya “qutkirina Kurdên Rojava ji Qendîlê” daxuyaniyek da.

Meclisa Malbatên Şehîdan der barê yekitiya kurdî de daxuyaniyek da
6 sibat, 2020   11:01
KOBANÊ

Daxuyanî li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê  Kobanê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Ronahî Hecî ve hat xwendin. Bi dehan xizmên şehîdan beşdarî xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro, em wek malbatên şehîdan ên Kobanê û bi navê her dayikeke şehîdan ên ku yek ji zarokên xwe di her parçeyekî Kurdistanê de feda kiriye, ji bo Kurdistaneke azad çi li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat, ji bo me wekî malbatên şehîdan tu ferq û cudatî tune ye, ji ber ku me li hemû herêmên Kurdistanê xwîn rijandiye bi armanca ku em bibin yek.

Yekitiya gelê Kurd me bi şehîdên xwe pêk anî, a niha em li Goristana Şehîd Dîcle ne, li vê goristanê şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê hene, zarokên Helebçe, Silêmanî, Hewlêrê û Germiyanê, zarokên Kirmaşan, Mehabad û Ciwanro ne. Di vê goristanê de zarokên Şirnex, Amed û Wanê hene, yekitiya gelê Kurd di bin axa Kurdistanê de di şexsê şehîdan de di demeke dirêj de pêk hatiye. Wê demê çi pêwîst be em ê li ser axa vê yekitiyê hîn bihêztir bikie.

Hemû astengiyên li pêş me bidin alîyekî, ji bo em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin, divê em li her çar parçeyên Kurdistanê kar û xebat bikin. Tu kes nikare gelê Kurd ji hev qut bike, ji ber ev gel bi hev re û li hemû deverên Kurdistanê bi xwîna zarokên Kurdistanê bûye yek.

Kes nikare deşt û newalên Kurdistanê ji çiyayên wê qut bike, her dareke Kurdistanê bi xwîna şehîdên Kurdistanê hatiye avdan û her navendeke rêveberuyekê, sazî û dezgeh li ser axa Kurdistanê, ew jî bi saya keda şehîdên Kurdistanê hatin avakirin. Tu wate ji gotina rêdarekî başûrî -ew wekî pêşeng xwe dide nîşandan- dema ku di daxuyaniyekê de dibêje ''pêwîst e Kurdên Rojava xwe ji Qendîlê qut bikin”. Gelo ev gotin ji bo xizmeta kê ye?

Wê çaxê tê wateyekê ku em li gorî wî rêdarî xwe rêxistin bikin, pêwîst e kurdên Rojava ne tenê têkiliyê xwe ji Qendîlê qut bikin, dibe ku xwe ji Bakur, Başûr, Rojhilat jî qut bikin li gorî daxwazên wî rêdarî! Lê daxwaz û xwestekên me em wekî malbatên şehîdan û hêviyên me ji her rêdarekî bi vî rengî, ger hûn nikarin ji bo yekitiya Kurdan bibin xizmetkar, nebin berdevkên dijminên Kurdan.

Têkoşîna me, karê me, armanc û daxwazên me, hêvî û xeyalên me yên bi dehên salan em ji bo wê bedel didin, çi ji koçberî çi ji komkujiyan ku em bibin yek Kurdistan.

Dîrok ji nû ve deriyên xwe ji me re vedike û di her demê de ev tişt nayê dubarekirin, ger em vê derfetê qezenc nekin xwîna şehîdên me û xwîna zarokên Kurdistanê wê me efû neke.

Bangewaziya me wek malbatên şehîdan li her çar parçeyên Kurdistanê û di serî de gelê Rojava ji bo hemû partiyên me yên siyasî, hemû însanên me yên serbixwe, ji bo hemû rewşenbîr û ciwanên me, hemû rêveberiyên me; hêviyên zarok û dayikên şehîdan ji we ew e ku bi lez bibin yek."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eHAYilPTp2k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>