Welatiyê Alman ku kurên wî tev li DAIŞ’ê bûne: Almanyayê dizanî dê kurên min tev li DAIŞ’ê bibin

Welatiyekî Alman ku bavê du çeteyan e, awayê tevlêbûna kurên xwe ji nava çeteyan re kifş kir û piştrast kir ku Tirkiye û Almanyayê rê ji kurên wî re vekiriye.

Welatiyê Alman ku kurên wî tev li DAIŞ’ê bûne: Almanyayê dizanî dê kurên min tev li DAIŞ’ê bibin
Welatiyê Alman ku kurên wî tev li DAIŞ’ê bûne: Almanyayê dizanî dê kurên min tev li DAIŞ’ê bibin
Welatiyê Alman ku kurên wî tev li DAIŞ’ê bûne: Almanyayê dizanî dê kurên min tev li DAIŞ’ê bibin
5 sibat, 2020   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN-BASIL REŞÎD-EHMED MIHEMED

Sala 2014`an çeteyên DAIŞ`ê derketin û ji ber bandora medyaya civakî û propagandaya bi sedan ciwanên herêmê û ciwanên navdewletî ji bo qezenckirina pereyan tev li nava çeteyan bûn.

Manuel û Fabian Gerrard birayên hev in û derdora 30 salî ne, bi rêya medyaya civakî çeteyên DAIŞ`ê nas kirin, paşê tev li nava komên çetayan bûn. Her du birayan bi rêya balafirgeh û sînorên Tirkiyê di Cotmeha 2014`an de derbasî xaka Sûriyê bûn. Bavê Manuel û Fabian, Eric Gerrard amaje bi girtina kurên xwe kir.

Manuel û Fabian Gerrard ji Almanyayê derbasî Tirkiyê bûn û ji Dîlokê berê xwe da Sûriyê, heta piştî derbasî Sûriyê bûn bi 3 mehan peywendiyên malbatê bi wan re  hebûn û amaje bi tevlêbûna xwe ji komên DAIŞ`ê re kirin, di milê dîtir de gotin em li Sûriyê perwerdeyên xwe dibînin, lê paşê em ji hev qut bûn.

Çarenûsa her du birayan li Sûriyê ne diyar bû, heta  çeteyan di sala derbasbûyî de ji malbatê re gotin, ku her du bira û 20 çeteyên din QSD`ê ew li derdora bajarokê Hecînê gitine, paşê ew birine girtîgehên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Derbarê awayê tevlêbûna her du birayan ji komên DAIŞ`ê re, Eric Gerrard ji ajansa me re parve kir.

‘ALMANYA Û TIRKIYÊ JI WAN RÊ VEKIR’

Gerrard anî ziman ku ji destpêkê ve hikumeta Almanyayê dizane ku her du kurên min tev li nava DAIŞ`ê bûn, ji Almanyayê derbasî Tirkiyê bûn û ji wir jî derbasî Sûriyê bûn. Gerrard piştrast kir ku wêneyên isbata hevdîtina kurên min bi komên çeteyan re li Almanyayê hene, anku beriya derbasî Tirkiyê bibin, li gel vê yekê Almanya rê ji wan re hêsan kir ku derbasî Tirkiyê bibin, li Tirkiyê jî rê ji wan re vekirin ku derbasî Sûriyê bibin û tev li nava çeteyên terorîst bibin.

DOZ LI DIJÎ HIKUMETA ALMANYAYÊ VEKIR

Gerrard îşaret bi helwesta hikumeta Almanyayê kir kur ê ji her du kurên wî re vekir û wiha da zanîn: "Piştî her du kurên min hatin girtin, ji ber Almanyayê hişt her du kurên min derbasî Tirkiyê û Sûriyê bibin û ji wir tev li nava komên DAIŞ`ê bibin, min doz li hikumeta Almanyayê vekir.”

Di milekî din de hikumeta Almanyayê nahêle welatiyên tev li nava komên DAIŞ`ê bûne û di girtîgehên Bakurê Sûriyê de, vegerin welat, ji ber îdia dike ku Rêveberiya Xweser ne rewa ye û nikare têkiliyan bi rêveberiyê re deyne. 

‘DIVÊ HIKUMETA ALMANYAYÊ PIŞTGIRIYA RÊVEBERIYA XWESER BIKE’

Gerrard di dawiya axaftina xwe de bang li hikumeta Almanyayê kir ku bi berpirsyariya xwe rabe û wiha pê de çû: “Hikumeta Almanî derbarê her du kurên min û welatiyên almanî yên li Sûriyê tev li nava DAIŞ`ê bûn û niha li cem QSD`ê girtîne bi erka xwe ranebû, lewma divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bike û dadgehekê  ji darizandina çeteyan ava bike.”

Hêjayî gotinê ye ku QSD`ê di dawiya Adara derbasbûyî de, baregehên dawîn ên Baxozê yên li bejahiya rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û bi hezaran çeteyên biyanî girtin.

(eh)

ANHA