Ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re sersaxî hate xwestin

Şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê Dilpak Efrîn, Namir Efrîn û Bakur Efrînê re xwestin.

Ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re sersaxî hate xwestin
Ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re sersaxî hate xwestin
Ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re sersaxî hate xwestin
Ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re sersaxî hate xwestin
Ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re sersaxî hate xwestin
Ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re sersaxî hate xwestin
Ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re sersaxî hate xwestin
Ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re sersaxî hate xwestin
Ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re sersaxî hate xwestin
4 sibat, 2020   16:14
ŞEHBA

Konê sersaxiyê yê şehîdên Berxwedana Serdemê ya kantona Efrînê Esed Mihemed (Dilpak Efrîn), Nîhad Mihemed (Nemir Efrîn) û Umer Osman (Bakur Efrînê) li parka Ehdasê ya kantona Şehbayê hate vedan.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê  herikîn bin konê sersaxiyê û ji malbatên her sê şehîdan re sersaxî xwestin. Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan hatibû xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Yaqûb sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîd ên herî pîroz li ser erdê ne. Li hemberî dijminê Tirk me 85 rojan li ber xwe da û bi syaa hêzên me yên leheng berxwedana me berdewam e heta Efrîn rizgar bibe."

Endamê Meclisa navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê Mihemed Hisên diyar kir: "Her kes dizane ku em her roj di bin êrişa dagirkeriya Tirk û bêdengiya navdewletî de dijîn. Em li kêleka şervanên xwe yên ku parastinê xakê dikin."

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Melek Hisên îşaret bi roja şehîdan kir û got: "Şehîd xwediyê fikir û edeolojî ne, bi îradeya xwe û işqa welat rêya şehadetê hilbijartin."

Nasnameyên her sê şehîdan ji aliyê endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Medya Osman û Nesrîn Omer ve hatin xwendin.

Merasîm bi bezkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Serdemê de bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Agz4r7-2AYs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>