Dewleta Tirk baregehek Rûsya li Şerayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên baregehek hêzên Rûsya ya li navçeya Şerayê topbaran kir.

Dewleta Tirk baregehek Rûsya li Şerayê topbaran kir
4 sibat, 2020   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî ji ANHA‘yê re ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê baregeheke hêzên Rûsyayê li gundê Kiştiharê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir. Der barê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

Piştî êrişa dawî ya hêzên rejîma li dijî gundewarê Idlibê û hedefkirina kerewanê hêzên Tirkiyê dema derbasî Idlibê bûn ku di encamê de hejmarek leşkerên Tirk hatin kuştin, aloziya di navbera Tirkiyê û Rûsyê de zêde bû.

ANHA