Ji Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê `Hefteya Çandî`

Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê hefteya çandî da destpêkirin. Çalakî bi semînerekê girêdayî pênasekirina rêveberiyê destpê kir.

Ji Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê `Hefteya Çandî`
Ji Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê `Hefteya Çandî`
4 sibat, 2020   15:55
KOBANÊ

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Kobanê Hefteya Çandî da destpêkirin. Di vê hefteyên de dê semînerên çandî û zanistî werin dayîn. Her wiha material û teşeyên rêveberiyê dê werin nîqaşkirin.

Di çarçoveya `Hefteya Çandî` de îro semînerek bi navnîşan "Pênasekirina rêveberiyê" li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi tevlibûna bi dehan rewşenbîran, endamên buroyên Rêveberiya Xweser a Kobanê hate dayîn.

Di semînerê de endamê Meclisa Qanûnsaz a Desteya Edaletê ya herêma Firatê Şahîn Elî axivî.

Elî rêveberî pênase kir û bendên  wê şîrove kir. Her wiha çawa rêveberiyên têknokrat dûrî erkdarkirina malbatî li ser rêgeza Kesê guncew di cihê guncew de têne erkdarkirin şîrove kir. Beşdaran gelek mijar jê sedemên ku rêveberiya têknokrat li herêmê pêk nayê, pirsgirêkên ku rastî Rêveberiya Xweser bi giştî tên nîqaş kirin.

Yekitiya Rewşbîran a kantona Kobanê dê semînerên çandî yên cuda di dirêjahiya `Hefteya Çandî` organîze bike.

(şx)

ANHA