Ji bo zarokên kampa Newroz navendeke hunerî tê vekirin

Rêveberiya kampa Newroz bi hevkariya Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê hewl dide ku komîteyeke çand û hunerê li kampê veke û dewreyên pêşxistina behreyên zarokan bi rêxistin bike.  

Ji bo zarokên kampa Newroz navendeke hunerî tê vekirin
4 sibat, 2020   15:03
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH- NEJBÎR OSMAN

Li kampa Newroz a bakurê bajarê Dêrikê, 62 malbatên ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê dimînin.

Rêveberiya Xweser bi hevkariya Heyva Sor a Kurd pêdiviyên koçberan peyda dike. Rêveberiya kampê jî dibistana li kampê restore kir da ku zarok ji xwendinê mehrûm nebin.

ÇADIREK JI BO ÇAND Û HUNERÊ HATE VEDAN

Rêveberiya kampê dest bi xebata vekirina navenda çand û hunerê  kir, da ku daxwaza şêniyên kampê bi cih bîne û behreyên hunerî yên zarokan bi pêş bixe.

Bi hevkariya Navenda Dicle ya Çand û Huner ya Dêrikê, amadekariyên vegirtina çadira çand û hunerê tên kirin. Ev gav bi armanca piştgiriya behreyên zarokan û birêxistinkirina wan di nava tîmên hunerê de, her wiha beşdarkirina wan ji dewreyên perwerdeyan re, tê kirin.

Der barê projeyê de, rêveberiya Navenda Dicle ya Çand û Hunerê Şemalî Reşîd wiha got: "Ev proje hîna bi dawî nebûye. Armanca me vekirina navendeke çandî û birêxistinkirina dewreyên perwerdê ya li ser mûzîk, stranbêjî, şano û dîlana filklorî ye, da ku bandorên neyênî yên şer û koçberiyê li ser zarokan kêm bikin û piştgiriya zarokên ku pêwîstiya wan bi baldanê heye bikin. Dê kesên pispor li ser vê gavê bisekinin."

Zarokên kampê bi vê yekê gelekî kêfxweş in û li bendê ne ku di demeke nêz de çadira hunerê bê vekirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9`ê Cotmehê de êrişên barbarî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Serêkaniyê, Girê Spî) pêk anîn. Di encamê de 24 dibistanên Serêkaniyê hatin rûxandin. Her wiha çeteyên Sultan Murd 3 dibistan veguherandin baragehên leşkerî û 30 hezar xwendekar ji xwendinê mehrûm kirin. Dagirker, bûn sedem ku bi hezaran malbat warên xwe biterkînin û berê xwe bidin herêmên ewle yên di bin parastina Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) de.

 (cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5lNjuQJb6pM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>