Êrişa çeteyên Tirkiyê yên li ser bejahiya Minbicê hate şikandin

Meclisa Leşkerî ya Babê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa çeteyên "Mertala Firatê"a li derdora Girê Seyada yê bakurê rojavayê Minbicê têk birin.

Êrişa çeteyên Tirkiyê yên li ser bejahiya Minbicê hate şikandin
4 sibat, 2020   15:14
MINBIC

Çeteyên "Mertala Firatê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker  bi çekên giran êrişî xeta eniya gundê Erîma yê nêzî girê Korhyok kirin. Şervanên Meclisa Leşkerîe ya Babê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva jêdera êrişan dan û êriş vala derxistin. Li hin nuqteyan şerê dem dem rû dide.

Ji aliyekî din vê çeteyên dagirkeriya Tirk bi çekên giran êrişî gundê Toxa yê Minbicê kirin.  Du  leşkerên rejîma Sûriyê ji aliyê sekvanên çeteyên dewleta Tirk ve hatin kuştin.

Çeteyan her wiha êrişî nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê yên li derdora girê Seyada yê Minbicê kirin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan dan û çete neçar kirin ku vekişin.

ANHA