Xesan Selame: Divê şandina çeteyan ji Lîbyayê re raweste

Nûnerê NY’yê yê Lîbyayê Xesan Selame îro ragihand ku aliyên binakok li Lîbyayê agirbest erê kir lê belê rêz li hember Peymana Berlînê nehat girtin û divê şandina çeteyan ji Lîbyayê re raweste.

Xesan Selame: Divê şandina çeteyan ji Lîbyayê re raweste
4 sibat, 2020   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Xesan Selame îro di civîneke çapemeniyê de wiha got: "Nûnerên aliyên binakok li Lîbyayê yên li Cinêvê li hev civîne, agirbesta daîm erê kir. Mijar niha li ser diyarkirina mercan e."

Nûnerê navdewletî yê Lîbyayê eşkere kir ku dê dan û standinên li bajarê Cinêvê di çend rojên pêş de der barê aliyên siyasî yên li Lîbyayê de bên lidarxistin.

Xesan Selame wiha got: "Dê piştî 2 hefteyan dan û standin li Cinêvê der heqê aliyê siyasî yê Lîbyayê de bên lidarxistin, her wiha dan û standinên Cinêvê yên niha girîngiyê didin pirsgirêkên ewlehî û leşkerî bi taybet agirbestê."

Li aliyekî din Selame wiha got: "Divê şandina çeteyan li Lîbyayê bê rawestandin... Me bergiriyên tund der barê rawestandina destwerdana biyanî li aloziya Lîbyayê de girtine."

Xesan Selame wiha domand: "Qedexekirina çekan a ku kongreya Berlînê girt, rêz lê nehat girtin... Her wiha biryarên ku li Berlînê aliyên binakok ên Lîbyayê dan, rêz lê nehat girtin."

Berhema petrolê ya Lîbyayê di serdema borî de rastî derbeyeke mezin hat.

Ev axaftina Xesan Selame ya der barê şandina çeteyan de, piştî eşkerekirina berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed El-Mismarî navên serçeteyên Sûriyê ku dewleta Tirk di vê dawiyê de bi rê kirine Lîbyayê, pêk hat.

(fr)