Li Kobanê xebata avakirina dibistana nû dîsa dest pê kir

Desteya Rêveber a Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê bi hevkariya Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ji nû ve dest bi karê avakirina dibistana nû ya li Taxa Şehîd Kawa ya Kobanê kir ku piştî êrişên dewleta Tirk ên li herêmê rawestiyabû.

Li Kobanê xebata avakirina dibistana nû dîsa dest pê kir
Li Kobanê xebata avakirina dibistana nû dîsa dest pê kir
3 sibat, 2020   14:02
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Êrişa dewleta Tirk a dawîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema rawestandina tevgera çûn û hatinê û gelek projeyên xizmetguzariyê. Ji wan projeyan yek jî projeya avakirina dibistaneke nû li bajarê Kobanê ye.

Desteya Rêveber a Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê hevkariya bi Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Herêma Firatê beriya 3 rojan ji nû ve dest bi xebata avakirina dibistana li Taxa Şehîd Kawa ya Kobanê kir.

Hevseroka Desteya Fêrikirin û Perwerdeyê ya Herêma Firatê Nesrîn Şêx Keyad got dê dibistan 4 qat be û tê de 24 fêrgeh hebin. Nesrîn Keyad destnîşan kir ku dê dibistan têra hezar xwendekaran bike û her wiha park û hola dibistanê ya taybet jî lê heye.

Nesrîn Şêx Keyad anî ziman ku dema pratîkî ya projeyê 9 meh e. Lê belê dê dibistan piştî salekê bi temamkirina giştî radestî Desteya Fêrkirin û Pewerdeyê bibe.

Rûbera giştî ya ku dê dibistan li ser bê avakirin, hezar û 100 metre çargoşe ye lê belê li taxê dibistanek bi çend odeyên ku hazir hatine çêkirin, heye û Rêveberiya Xweser wek çareseriyeke demkî heta avakirina dibistanê xistiye xizmetê.

(fr)