Efrîniyan 3 şehîdên xwe oxir kirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê 3 şehîdên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê oxir kirin.

Efrîniyan 3 şehîdên xwe oxir kirin
3 sibat, 2020   14:03
ŞEHBA

Bi sedan şênî li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê kom bûn da ku beşdarî merasîma oxirkirina 3 şehîdan bibin.

Her sê şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Eseed Mihemed (Dilpak Efrîn), Nîhad Mihemed (Nemir Efrîn) û Omer Osman (Bakur Efrîn) di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûn.

Piştî ku şêniyan cenazeyên şehîdan wergirtin, bi karwanekî berê xwe da goristana şehîdan a li navçeya Ehres a kantona Şehbayê. Li goristanê piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

Sureya her wiha îşaret bi yekgirtina gelên herêmên li dijî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk ên derxistina fitneyê di nava pêkhateyan de, kir û destnîşan kir ku dayikên şehîdan bi xwe zarokên xwe dispêrin axê, ji ber ku ew gelekî berxwedêr û azadîxwaz in.

Zozan Xelîl jî bi navê Meclisa Kantona Efrînê wiha axivî: "Li dijî çete û dagirkeran, şehîdên me li ber xwe da. Tenê daxwaza wan parastina vî gelî ye, ji ber vê yekê ew canê xwe feda dikin."

Piştre endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zeyneb Ebdo û Ronahî Oso wesîqeyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatan kirin.

Piştre cenazeyên şehîdan di nava dirûşm û tilîliyên dayikan de spartin axê.

(cx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yIKGWFmRKxw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>