Balafirên rejîm û Rûsyayê gundewarên Idlib û Helebê bombebaran dikin

Hemwextî rageşiya di navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de, balafirên rejîma Sûriyê û yên Rûsyayê gundewarên Heleb û Idlibê bi dijwarî bombebaran dikin.

Balafirên rejîm û Rûsyayê gundewarên Idlib û Helebê bombebaran dikin
3 sibat, 2020   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku gelek balafirên şer û helîkopterên rejîma Sûriyê û Rûsyayê li asîmanê Helebê û Idlibê tevgera berdewam dikin. Her wiha ji saetên sibehê ve gelek herêm bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê 73 êrişên asîmanî li ser herêmên El-Etarib, tixûbên Eyncara li rojavayê Helebê, El-Kemarî û Arnaz ên gundewarên başûrê Helebê, Teftenaz û derdora balafirgeha Teftenaz a leşkerî, Seraqib, Sermîn, tixûbên Erîha, Beniş ên gundewarên Idlibê û El-Mestûma pêk anîn.

Her wiha balafirên şer ên rejîma Sûriyê 86 êrişên asîmanî li derdorê Erîha, Sermîn, Seraqib, El-Nêreb, Til El-Sultan, Avis, Qimînas û herêmên din ên li rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê pêk anîn.

Ev yek piştî zêdebûna rageşiya di navbera dewleta Tirk û hêzên rejîmê de pêk hat. Dewleta Tirk ragihand ku 6 leşkerên wê di bombebarana hêzên rejîmê de li Idlibê hatine kuştin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî piştî vê yekê ragihand ku wan nuqteyên rejîmê bombebaran kirine.

(cx)