Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
3 sibat, 2020   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe nasnameya endamê xwe Rodî Ebas eşkere kir. Rodî Ebas di 11`ê Cotmeha 2019`an de di encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Serêkaniyê ya herêma Cizîrê de, şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de soza  şopandina rêya şehîdan û sekinandina li hember êrişên dagirkeran da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Rodî Ednan Ebas
Navê dayikê: Gulîstan
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê 1`ê Çileyê 1999`an
Cih û dîroka tevlêbûnê: Hesekê 12`ê Cotmeha 2017`an
Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 11`ê Cotmeha 2019`an

(bx)

ANHA