Şênî bang li ENKS’ê dikin ku erkên xwe bîne cih

Şêniyên bajarê Hesekê teqez kirin ku yekîtî tekane rêya sekinandina komkujiyên li dijî gelê Kurd e. Her wiha bang li partiyên “Encumena Niştîmanî ya Kurdî” kirin, da ku berjewendiyên gelê Kurd di ser berjewendiyên xwe yên partiyetî û kesayetî re bigirin û erkên xwe bîne cih.

Şênî bang li ENKS’ê dikin ku erkên xwe bîne cih
3 sibat, 2020   07:16
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Li gel şertûmercên heyî û xeteriyên li dijî destkeftî û hebûna gelê Kurd, yekrêziya Kurdî bûye mijara sereke ya gelê Kurd.

Parçebûn û berbelavbûna partiyên Kurdî bûye sedemê lewazbûna gelê Kurd. Gelê Kurd israr dike partî û hêzên Kurdî yekîtiya xwe ava bikin. Her wiha teqez dike ku divê hêz û dewletên dijberî doza gelê Kurd hewl didin vê parçebûnê bînin cih  û bikar bînin da ku gelê Kurd têk bibin û tune bikin.

Ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî gelek însiyatîf hatin ragihandin.

Ji wan însiyatîfan a herî dawîn însiyatîfa Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî bû. Ebdî bi armanca rêzkirina mala Kurdî û yekîtiya biryar û xîtaba hêzên siyasî yên Sûriyê ev însiyatîf ragihand.

‘DIJMINÊN GELÊ KURD HEWL DIDIN PARÇEBÛNA HUNDIRÎN ÇÊBIKIN’

Jina bi navê Hilwe Elî ji şêniyên bajarê Hesekê ye dibêje: "Dijminên gelê Kurd hewl didin parçebûna hundirîn çêbikin. Ew ji yekitiyê ditirsin. Gelê me heta niha bi hezaran şehîd dan û gelek azar kişandin. Niha ji bo bidawîkirina vê ezabê divê yekitî pêk were. Ji bo yekîtiyê ev dema herî guncew e."

Hilwe wiha domand:  “Wek gel em ji çapemeniyê dixwazin dengê me bigihêne partiyên Kurdî yên ku însiyatîfê paşguh dikin. Em ji wan re dibêin divê hûn bibin yek. Ger berjewendiyên xwe yên partiyetî tercîh kirin, ev tê wateya ku gelê Kurd mafên xwe bidest naxe. Lewra divê ew ji berjewendiyên xwe yên partiyetî û kesayetî yên teng bi dûr bikevin û berjewendiya gelê Kurd bidin pêş.”

Di dawiyê de Hilwe got: "Her êrişek an jî dagirkirinek ne tenê partiyekî, tevahiya gelê Kurd dike hedef. Lewra divê em bi gelê Kurd û bûyerên ku rastî wî tên bifikirin."

Şêniyê bi navê Musa Yusif girîngiya yekîtiya Kurdî teqez kir û got: "Yekitî gelek pêwîst e, ji ber ku dijminê me li ser parçebûna gelê Kurd xwe ava dike. Hinekan xwe firotine dijmin. Niha ji bo ku xwe ji yekitiyê bidin alî gelek hincetan dibînin. Lê em ji wan re teqez dikin ku refteriya wan ne ji berjewendiya gelê Kurd e."

Yusif bi rêya gotinên xwe nameyek ji partiyên Kurdî yên “Encumena Niştîmanî ya Kurd” re şand û got: "Hêviya min ji wan partiyan ku berpirsyariyên xwe li hember yekitî û gelê Kurd bînin cih. Gelê Kurd nekin qurbana berjewendiyên xwe yên partiyetî û kesayetî."

Şêniyê bi navê Ismaîl Derwîş hişyarî da û got: "Eger hêzên Kurdî nakok bimînin û yekîtî pêk neyê, wê gelê Kurd bibe qurbana komkujiyên din. Yekîtî hêz e û bi vê hêzê re em dikarin mafên xwe bidest bixin."

(şx)

ANHA