Êrişên Tirkiyê bi sedan xwendekar ji mafên xwendinê bê par hiştin

Komîteya Perwerdê ya navçeya Eyn Îsayê alîkariya kampa koçberên ji kantona Girê Spî ya dagikirî lê bi cih bûne kir. Lê ji ber nebûna kel û pelên dibistanan piraniya xwendekaran ji perwerdê qut bûn.

Êrişên Tirkiyê bi sedan xwendekar ji mafên xwendinê bê par hiştin
3 sibat, 2020   06:00
EYN ÎSA

 Rêveberiya Kampê di 9’ê Çileya derbasbûyî de ode ji bo xwendinê vekirin, piştî xelas kirin, hejmara xwendekaran li kampa Girê Spî gihaşt 400 xwendekarî û 8 mamosteyên ji kampê serpereştiya wan dikin.

Lê ji ber kel û pelên dibistanê kêm bûn, piraniya xwendekaran dewama saetên xwendinê li ser piyan diman, lewma piraniya xwendekaran qut bûn û tenê nîvê wan xwendina xwe berdewam kirin.

Di vê mijarê de mamoste Xazî Musa axivî û got: “Hejmra odeyên taybet bi xwendinê 4 ode ye û hejmara xwendekaran jî 200 xwendekar e. Lewma têra odeyan nake.Beriya niha ev ode ji rêveberên kampê hatibûn çêkirin. Niha jî ji bo  buroya rêveberiyê em ê odeyekê vala bikin. Niha ne tep, ne jî sobe û ne jî pêdiviyên xwendinê li dibistanê hene. Hin xwendekaran lênûsên xwe bi xwe re anîne, lê dîsa jî piraniya xwendekaran ne qelem û jî lênûs hene.”

Xazî Musa di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariya zarokên koçber ên ku bi darê zorê ji kantona Girê Spî û Gundewarên wê derketine, bikin da ku xwendina xwe temam bikin.

Niha jî li tenê Komîteya Perwerdê şaxê Eyn Îsayê daniştek û dep dane dibistanê.

Artêşa Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha derbasbûyî de êrişî kantona Girê Spî kir. Di encamê de 65 hezar şênî koçberbûn û hezar û 300 kes jî li kampa Girê Spî bi cih bûn.Kampa Girê Spî dikeve bejahiya Bakurê bajarê Reqayê û nêzî gundê Til Seman e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A6RC4HGzcPM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>