Di Mîhrîcana Mîtan de behreyên ciwanan derketin pêş

Zeyneb Mihemed û Selam Îbo derhênerên şanoyê ne. Di 4‘emîn Mihrîcana Mîtan a Şano de ji aliyê gel ve hatin hezkirin. Zeyneb û Selam diyar kirin ku ev tecrûbe ji bo wan erekekî zehmet bû, lê bi hezkirin û alaqeya wan a bi vî karî hiştin ku biser bikevin.

Di Mîhrîcana Mîtan de behreyên ciwanan derketin pêş
Di Mîhrîcana Mîtan de behreyên ciwanan derketin pêş
Di Mîhrîcana Mîtan de behreyên ciwanan derketin pêş
3 sibat, 2020   06:15
ŞEHBA-CAFER CAFO

Di 4`emîn Mihrîcana Mîtan a Şano ya ku li kantona Şehbayê lidar ketiye de gelek berhemên hunerî yên ciwanan li ser asta lîstokvanî û derhêneriyê derketin pêş.

Zeyneb Mihemed 20 salî ye û wek lîstokvana şanoyê di Mîhrîcana Mîtan a şanoyê de cih girt û di mewsimê niha yê 4‘emîn de derhêneriyê dike.

Zeyneb Mihemed diyar dike ku tecrûbeya derhênera şanoyê ne hêsan e û got: "Karê derhênera şanoyê zehmet e, bi taybet ji bo kesên 20 salî. Ji ber ku derhênerkarî bi hewcedarî tecrûbeyên berê û pisporiyê ye."

Zeyneb anî ziman ku koçberiya bi zorê û jiyana di kampan de îsrara wê ya serkeftinê di vê tecrûbeyê de kêm nekir û got: "Min karê xwe di vî warê de dewam kir. Bi derfetên kêm me Mîhrîcana Mîtan di mewsimê xwe yê çaremîn de destpêkê kir. Rewşa zehmet li pêşiya berdewamkirina kar nebû asteng. Destpêkê me perwerde û prova di kampê de pêk anîn. Lê ev ne hêsan bû, dawî me hola şanoyê ava kir."

Zeyneb destnîşan kir ku derhênerî ji bo wê gaveke girîng e û wiha domand: "Derhêner ji bo min gaveke êrînî ye. Ez bi vê tecrûbeyê serbilind im. Min şanoya odeya bê çivîk derhêner kir. Şano mijara zihniyeta baviksalarî ya di civaka Rojhilata Navîn li hemberî jinê de digre dest."

Selam Îbo jî ji ciwanên  ku li gel lîstikvaniyê tecrûbeya derhênerê di 4‘emîn Mîhrcana Mîtan de kiriye. Îbo got: "Divê ji bo serxistina Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê kedeke mezin were dayîn. Ji ber vê yekê min ne tenê lîstikvanî kiriyê lê belê min şanoyek derhêner kir. Derhênerî ji bo min hunereke sereke ye."

Selam Îbo dibêje:"Ez ji karê xwe yê derhêneriyê razî me. Ji min hat xwestin ku komeke şanoyê ji bo mîhrîcanê ava bikin. Tecrûbeya min a yekem di derhêneriyê de bi Mîrzan Bekir re bû. Me bi hev re şanoya Terîfê Heydo derhêner kir."

Selam destnîşan kir ku şano di nava 4 mehan de hate amadekirin û got: "Şanoya Terîfê Heydo şanoyeke komîk e, behsa gendeliya dewletê dike û çawa gel bi kar tîne. Şano ji aliyê temaşevanan ve hate hezkirin."

Selam Îbo di dawiya axaftina xwe de got: "Em wekî derhêner hewl didin aliyê berxwedanê derxînin pêş. Em karê xwe yê şanoyê terk nakin.  Li Şehbayê tevî ku me karê xwe di nava kampan de destpê kir me Mîhrîcana Mîtan destpê kir. Ev ji bo me xewnek bûn ku bû rastî."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5Lr4Trxp_dQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>