Li Til Birak du bazirganên çekan hatin girtin

Hêzên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Til Birakê du bazirganên çekan girtin.

Li Til Birak du bazirganên çekan hatin girtin
Li Til Birak du bazirganên çekan hatin girtin
2 sibat, 2020   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser mijarê ev agahî da: " Hêzên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya bajarokê Til Birakê êvara 3‘yê Sibatê du bazirganên çekan li gundê Um Rûs ê bajarokê girtin.

Herdu bazirgan piştî şopandina tevgera wan ji aliyê endamên têkoşîna li dijî sûcan ve di encama kemînekê li ser rêya Petrolê ya di navbera Til Birak û Til Hemîsê de hatin girtin, bi wan re miqdarek çek û cebilxane hatin dîtin."

Li gorî rêveberên Têkoşîna li Dijî Sûcên rêxistinkirî ya Til Birakê, di lêpirsînê de herdu bazirgan li xwe mukar hatin. Di encamê de sewqî dadgehê hatin kirin da ku derheqê qan de girtekên qanûnî werin girtin.

ANHA