​​​​​​​Rûsya der barê pêkanîna ‘Peymana Sedsalê’ ya Amerîkayê de bi guman e

Rûsyayê îro têkildarî derfetên pêkanîna Peymana Sedsalê ya ku serokê Amerîkayê Donald Trump beriya çend rojan ragihandiye, gumanên xwe diyar kirin û destnîşan kir ku ne li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê ye.

​​​​​​​Rûsya der barê pêkanîna ‘Peymana Sedsalê’ ya Amerîkayê de bi guman e
2 sibat, 2020   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmîtrî Peskov îro got Peymana Sedsalê ne li gorî hejmara ji biryarên Meclisa Ewlehî ya Navdewletî ye.

Peskov wiha got: "Rêzebiryarên Meclisa Ewlehiyê yên erêkirî hene, lê ev peyman ne li gorî hejmara biryarên Meclisa Ewlehiyê ne."

Peskov diyar kir ku berteka Filistînê ya neyînî û garantiya hin dewletên erebî li dijî plana Trump, dihêle Moskov der heqê pêkanîna vê planê de bi guman be.

 (fr)