HRE‘yê nasnameyên 3 şervanên xwe yên şehîd eşkere kirin

HRE‘ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku duh di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Til Rîhal û Girê Radar ên Şehbayê şehîd dibûn, eşkere kirin.

HRE‘yê nasnameyên 3 şervanên xwe yên şehîd eşkere kirin
2 sibat, 2020   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 3 şervanên wan duh di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Til Rîhal û Girê Radar ên Şehbayê şehîd dibûn. HRE‘yê diyar kir ku di bersivdayînê de 22 çete hatin kuştin û bi kêmanî 10 jî birîndar bû gelek çekên wan hatin desteserkirin.

Daxuyaniya HRE‘yê wiha ye:

"Di roja 1‘ê Sibatê de artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi navê Sûltan Mûrad, Cebhe El-Şamiyê û Ehrar El-Şam bi piştgiriya çekên giran êrîşek bejahî birin li ser gundê Til Rîhal û Girê Radar yên bi ser herêma Şehba. Di encamê bersivdayina hêzên me de êrîş hat şikandin. Di encama şer û pêvçûnên ku qewimîn de 22 çeteyên dagirker hatin kuştin, û bi kêmanî 10 an çete jî brîndar bûn. Her wiha 2 çeka AK-47 û 1 rext ji aliye hêzên me ve hat desteserkirin. Di wan pevçûnan de 3 şervanên me gihîştin şehadetê.

Di heman rojê de artêşa dagirker gundên navçeya Şera, Şêrawa û herêma Şehba bê navber topbaran kir. Her wiha tevgera balafirên keşfê li ser herêmê berdewam dike.

Di pêvajoyek ku dewleta Tirk a dagirker ji her alî ve êrîşên xwe li ser axa rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê de zêde dike de, rêhevalên me Dilpak Efrîn, Nemir Efrîn û Bakûr Efrîn bi berxwedaniyekî bêhempa şer kirin û gihiştin şehadetê. Rêheval Dilpak erk û berpirsiyariyên demê rast fem kiribû û herî dawî wekî fermandarê taburê erk dikir. Hevalekî ereb bû û ji destpêka şoreşa Rojava heya niha di gelek hemleyan de cîh girtibû. Bi sekna xwe ya bibiryar tu caran li hemberî dagirkeriyê paş ve gav neavêt û di terzê fermande ya demê de pêşengtî kir. Rêheval Nemir û rêheval Bakûr xwe di xeta fedaîtî û azadiyê de li gorî şerkeriya demê bibiryarbûn û baweriyekî xurt amade kiribûn. Rêheval Nemir wekî fermandarê taximê erk dikir. Bi fedakarî û bibiryarbûna xwe her tim ji bo hevalan dibû çavkaniya hêz û moralê. Rêheval Bakûr jî bi sekna xwe yê bibiryar, li hemberî dagirkeriyê heta fîşekên xwe yên dawiyê şer kir û bi vê şeklê gihîşt şehadetê.

Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê, di şexsê rêhevalên xwe Dilpak Efrîn, Nemir Efrîn û Bakur Efrîn de tevahî şehîdan bibîr tînin û soza xwe ya ji bo bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê dûbare dikin."

Nasnameyên şehîdan wiha ne;

Nasnav: Dilpak Efrîn

Nav û Paşnav: Esed Mihemed

Navê Dayikê: Suad

Navê Bav: Xalid

Cihê ji dayikbunê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Şehba - Girê Radarê / 1 Sibat 2020

****

Nasnav: Nemir Efrîn

Nav û Paşnav: Nîhad Mihemed

Navê Dayikê: Elîf

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji dayikbunê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Şehba - Girê Radarê / 1 Sibat 2020

****

Nasnav: Bakûr Efrîn

Nav û Paşnav: Omer Osman

Navê Dayikê: Siham

Navê Bav: Suphî

Cihê ji dayikbunê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Şehba – Girê Radarê / 1 Sibat 2020.

ANHA