Dewleta Tirk karwanekî din ê leşkerî şand Idlibê

Derbasbûna karwanên mezin ên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker ji erdên Sûriyê re dewam dike. Ji vê sibehê ve sêyemîn karwanê dewleta Tirk derbasî erdên Sûriyê dibe û ji 200 erebeyan pêk tê. Hêzên dewletaTirk a dagiker her wiha rêya M4 wek herêmeke leşkerî ragihand.

Dewleta Tirk karwanekî din ê leşkerî şand Idlibê
2 sibat, 2020   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR), derbasbûna karwanên leşkerî yên mezin ên dewleta Tirk ji erdên Sûriyê re, ji vê sibehê de dewam dike.

Karwanê leşkerî yê sêyemîn di dergeha Kefer Lûsîn ê sînorê bi Lîwa Îskenderon re, derbas bû. Bi vê yekê hejmara kamyon û erebeyên leşkerî yên wekî tank, panzêr û erebeyên veguhastina leşkeran ku ji vê sibehê de derbasî erdên Sûriyê bûne, gihîşt 295`an. Derbasbûna karwanên dewleta Tirk hîna jî dewam dike û berê xwe didin Idlib û Helebê.

RÊYA M4 WEK HERÊMEKE LEŞKERÎ RAGIHANDIN

Her wiha hate ragihandin ku rêya Heleb-Lazîqiyê (M4) ji aliyê hêzên artêşa Tirk a dagirker ve wekî herêmeke leşkerî hatiye ragihandin.

Dewleta Tirk hebûna xwe li derdora Idlibê xurt dike û vê sibehê karwanekî leşkerî yê ji 40 erebeyên leşkerî di dergeha Kefer Lûsîn ê bakurê Idlibê re derbasî erdên Sûriyê kir.

Her wiha îro balafirên Rûsyayê derdora karwanekî artêşa Tirk dema ku di gundewarên başûr rojavayê Idlibê re derbas dibû, bombebaran kir. Li aliyê din hemwextî bombebarana dijwar, şerên li gundewarên Idlib û Helebê bi dijwarî dewam dikin.

Piştî êrişa serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a li dijî Rûsyayê ku gotibû êdî tiştek bi navê Soçî û Astanayê nemaye, ev pêşketin pêk hatin.

)cx)