Eşîrên Tebqayê ji koçberên Idlibê re: Deriyên me ji we re vekirî ne

Eşîrên Ereb ên Tebqayê diyar kir ku amade ne koçberên Idlibê yên ku bi sedema êrişên rejîma Sûriyê û balafirên Rûsya û Îranê koçber dibin, pêşwaz bikin.

Eşîrên Tebqayê ji koçberên Idlibê re: Deriyên me ji we re vekirî ne
Eşîrên Tebqayê ji koçberên Idlibê re: Deriyên me ji we re vekirî ne
2 sibat, 2020   13:47
TEBQA

Ji 3 mehan ve hêzên rejîma Sûriyê bi piştevaniya balafirên Rûsyayê û piştgiriya bejahî ya  hêzên Îranê, êrişên dijwar li dijî parêzgeha Idlibê pêk tînin. Êrişa rejîmê piştî lihevkirina Rûsyayê û dewleta Tirk a ku dev ji komên xwe yên çete wekî berê li Xota û Domayê berdaye, pêk hat.

Şerê di navbera hêzên rejîm û komên çete yên bi piştevaniya dewleta Tirk li Idlibê de bû sedema koçberiya bi hezaran sivîlan. Di demekê de ku dewleta Tirk deriyên xwe li pêş koçberên ji mirinê direvin ku berovajî angaştên wê yên parastina sûriyan, eşîrên Tebqayê diyar kir ku amade ne koçberên Idlibê pêşwaz bikin.

Têkildarî mijarê, şêxê eşîra El-Delîm Husên El-Berxos îro li pêş avahiya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Azarên rewşên hewayî li ser jin, zarok û kalepîran di rewşa şerê li dijî bajarê Idlibê de, dihêle ku êşên şêniyan girantir bibin, her wiha di van rojan de hat eşkerekirin ku dilê kê li ser Sûriyê û şêniyên wê ye û rondik ji çavên kê der heqê binpêkirinên li dijî zarokên Idlibê pêk tên de, herikîne.

Em wek eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê spasiya fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Edî dikin ku xwediyê helwestên nîştimanî yên birûmet e ku derî li hember birayên xwe yên sûrî di vê tengezariyê de ku li ewlehî û aramiyê digerin, negirtiye.

Fermandarê giştî yê QSD’ê, ya der barê komployên ku Erdogan li dijî gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê pêk tîne, da ku berjewendiyên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne, dizanî. Her wiha îro jî çete ji dewletekê ber bi dewleteke dîtir ve bi hevkariya dewleta Tirk tên şandin, piştî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin bikaranîn, mal û milkên şêniyan dizîn, kuştin û koçber kirin.

Fermandariya QSD’ê gelek caran dubare kir ku berjewendiyên Erdogan tenê di xaka Sûriyê de nasekine û niha tevahî cîhan kiryarên Erdogan û çeteyên wî li Lîbyayê dibîne.

Em bang li şêniyên bajarê Idlibê dikin ku dewleta Tirk û çeteyên wê ew xapandiye ku berê xwe bidin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştrast kir ku tevahî mal ji bo pêşwazîkirina we vekirîne da ku tevahî sûrî bibin yek û Sûriyeke aram ava bikin.

Em wek şêx û rûspiyên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li çekdarên ku Erdogan ew xapandine da ku ajandeyên wî pêk bînin kir ku li şêniyên xwe vegerin ku rûpela dijminatiyê bipêçin û tev li biryarên xwe yên sûrî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin da ku pêşerojeke geş ku tê de xêr ji tevan re hebe, ava bikin."

(fr)

ANHA