Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûrê dikin

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva çetayan da.

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûrê dikin
2 sibat, 2020   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, li aliyê başûrê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ve komek çeteyên DAIŞ’ê careke din êrişî wargehê kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva êrişa çeteyan da.

Di van kêliyan de di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê şer didome.

Hêjayî gotinê ye ku di 28’ê Çile jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirîbûn.

(kc)