​​​​​​​‘Yekîtî tekane rêya parastina destkeftiyan e’

Siyasetmedar Ebdilhelîm Ehmed bang li tevahiya alî û partiyan kir ku bi ciddiyet kar bikin da ku bikarin yekîtiya neteweyî ya kurdî ava bikin."

​​​​​​​‘Yekîtî tekane rêya parastina destkeftiyan e’
2 sibat, 2020   06:00
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Bi dijwarbûna êrişên li dijî hebûna gelê Kurd re li tevahiya axa Kurdistanê, bi taybet li Rojavayê, Kurdistan'ê bangawaziyên yekrêziya Kurdî di nav qadên siyasî û civakî de her ku diçe zêde dibin.

Endamê kedkarên Kurdistanê û endamê berê yê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Ebdilhelîm Ehmed got: “Divê tevahiya siyaseta Kurd yekrêziya xwe ava bike da ku destkeftiyên ku gelê Rojava bi dest xistiye biparêze.”

‘EGER GEL GOTIN Û ARMANCA XWE BIKE YEK TU HÊZ NIKARE WÎ PARÇE BIKE’

Ehmed wiha di destpêkê axivî: "Yekitî ji gelê Kurd re mîna hewcedariya mirov bi ava û nan, pêwîste. Eger gel gotin û armanca xwe bike yek tu hêz nikare  wî parçe bike. Lewra yekîtiya neteweyî pêwîstiyek bi lez ji bo ku gelê Kurd li dora wê kom bibin bi taybet li rojhilatê Sûriyê."

‘RÊVEBERIYA XWESER JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ GAVÊN ERÊNÎ AVÊTIN’

Ehmed balkişand ser rêzeînsiyatîf û hewldanên ku Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ragihandine, û got: "Civaka Kurd însiyatîfa fermandarê QSD Mezlûm Ebdî ji bo yekîtiya neteweyî bi rêzdarî qebul kir. Her wiha rolek di teşwîqkirina aliyên siyasî da ku kedên xwe ji bo pêkanîna yekrêziya kurd xurt bikin lîst."

Ehmed însiyatîfên Rêveberiya Xweser di vî warî de silav kir û got: "Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê di vî warî de gavên pêwîst avêtin. Rê da tevahiya partiyên Kurd da ku buroyên xwe vebikin, çalakiyên xwe yên siyasî pêk bînin û girtî serbest berdan. Ev însiyatîf bû cihê razîbûna civakê."

‘ENCUMENA NIŞTÎMANÎ DI GIRÊDANA XWE DE BI ÎTÎLAFÊ RE BI ISRAR E’

Ehmed helwesta “Encumena Niştîmanî ya Kurdî” ji însiyatîfan rexne kir û got: "Ruxmî însiyatîfa Mezlûm Ebdî lê Encumena Niştîmanî ya Kurdî bi girêdana xwe de bi Îtîlafê re bi israr e û tiştekî pêşkêş nake. Me helwesta îtîlafê ji dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dît. Gelê me li wir hate kuştin. Lewra tu sûd ji her girêdanek bi opozîsyonê re tune ye lê belê dibe sedema qetilkirina gelê Kurd."

Ehmed bang li “Encumena Niştîmanî ya Kurdî” kir û got: "Divê em gotina xwe bikin yek ji bo ku li hember qirkirin û komkujiyan bisekinin. Ji ber ku yekrêziya Kurdî rêya tekane ye ku rê li pêşiya komkujiyan digire. "

Di dawiyê de siyasetmedar Ebdulhelîm Ehmed diyar kir ku ji bo parastina destkeftiyên pêk hatine, divê yekîtiya neteweyî pêk were. Her wiha bang li tevahiya alî û partiyan kir ku bi cidî kar bikin û yekitiya neteweyî ya Kurdî pêk bînin.

(şx)

ANHA