Berpirsekî PYD’ê: Dibe ku Rejîmê Idlibê bi temamî kontrol bike

Berpirsê Têkiliyên Navdewletî yê PYD‘ê yê herêma Firatê Bekir Hec Îsa got: "Em texmîn dikin ku rejîma Sûriyê piştî temakirina kontrolkirina rêya M5 parêzgeha Idlibê bi temamî kontrol bike."

Berpirsekî PYD’ê: Dibe ku Rejîmê Idlibê bi temamî kontrol bike
2 sibat, 2020   06:56
KOBANÊ

Ev çend mehin li herêma Idlib a Sûriyê şerekî giran di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û rêjîma Sûriyê de ya desteka xwe ji Tirkiyê digire rû dide.

Rewşa Idlibê wekî girêkeke tê dîtin. Piştî 9 salan ji şerê navxweyî û 5 salan derketina bajêr ji destê rejîmê û ketina wê di destê komên çete li gorî lihevkirina di navbera Tirkiyê, Îran, Rûsya û rejîma Sûriyê de  aloziya li parêzgehê didome.

Girêdayî mijarê Berpirsê Têkiliyên Navdewletî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Herêma Firatê Bekir Hec Îsa ji ANHA‘ê re axivî.

‘ŞERÊ LI IDLIBÊ DI ASTANAYÊ DE LI SER LIHEV KIRIN‘

Bekir Hec Îsa got: "Rejîm hewl dide herêmê serwer bike û deverên ku berê winda kirine vegerîne. Rejîm pêşde diçe da ku beşên ji rêya stratejîk a M5 kontrol bike. Ji ber girîngiya vê rêya ku gelek parêzgehên Sûriyê bi hev ve girêdide, bi taybet parêzgeha Helebê ku xezîneya aboriya Sûriyê ye."

Hec Îsa destnîşan kir ku ev proje beriya niha di civîna dawî ya Astanayê de ya di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de hatiye amadekirin.

Rejîma Sûriyê hewl dide rêya navdewletî ya M5 ku rêya herî dirêj a bi lez li Sûriyê û dirêjahiya wî 450 km kontrol bike.

Bekir Hec Îsa got, pêvajoya bû ya piştî kontrolkirina rêya bi lez dê kontrolkirina Idlibê be.

‘BERIYA ŞER RÛ BIDE LIHEVKIRIN HENE‘

Bekir Hec Îsa di berdewama axaftina xwe de îşaret bi armancên Tirkiyê û Rûsiyê yên di Sûriyê de kir û got: "Rejîm bi Rûsya re dixebite da ku kontrola li ser axa Sûriyê zêde bike. Rûsya bi Tirkiyê re lihev dike, Tirkiyê herêmên di bin serweriya opozisiyê de radest dike. Li beramberî ku ew derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe da ku projeya netewa demokratîk derbe bike. Idlibê jî mînaka dawî ji van lihevkirinan e."

Hec Îsa anî ziman ku aloziya Sûriyê bi rêbazên leşkerî çareser nabe, berevajî wê aloziyê kurtir dike û bi kareseteke bê dawî encam dide. Hec Îsa got: "Divê rêbazên siyasî ji bo çareseririna pirsgirêkan werin bikaranîn, ne wisa bê dê ziyan bighêje gelê Sûriyê. Divê sîstema li Sûriyê demokratîk, nenavendî be, divê dewetên derve gelê Sûriyê bi rêve bibe."

Bekir Hec Îsa bang li opozisyonê kir ku girêdana xwe bi Tirkiyê re veke û got: "Tirkiyê ji bo pêkanîna projeyên xwe di Sûriyê de dixebite, opozisyonê beşdarî şerekî dike ku ti alaqeya wê pê tune. Tirkiyê armancên xwe li ser erdê pêk nayîne û hebûna wî mîsoger nabe."

‘RÛSYA Û TIRKIYE LI PEY BERJEWENDIYÊN XWE KETINE‘

Berpirsê Têkiliyên Navdewletî yê PYD‘ê li herêma Firatê Bekir Hec Îsa destnîşan kir ku ew ji bo Idlibê aştî û ewlehiyê dixwazin û hêvî dikin ku şêniyên herêmê dûrî projeyên Erdogan bikevin. Hec Îsa got: “Deriyê wan ji bo diyalogên bi rêbazên siyasî re vekirî ne. Tirkiyê û Rûsiyê, Sûriyê kirine qada pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê. Ya ku li Sûriyê rû dide, ji kuştin, koçberkirin û guhertina demografîk ne çareserî ye."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iYOVLjzA440" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>