‘Jiyana di kampê de ji jiyana di bin zilmê de baştir e’

Koçberên ji herêma Serêkaniyê ku niha li kampa Waşûkanî dimînin, gotin: “Her çendî jiyana  kampê zehmet be jî , lê em vê jiyanê ji ya di bin zilmê de tercih dikin.”

‘Jiyana di kampê de ji jiyana di bin zilmê de baştir e’
‘Jiyana di kampê de ji jiyana di bin zilmê de baştir e’
‘Jiyana di kampê de ji jiyana di bin zilmê de baştir e’
‘Jiyana di kampê de ji jiyana di bin zilmê de baştir e’
‘Jiyana di kampê de ji jiyana di bin zilmê de baştir e’
‘Jiyana di kampê de ji jiyana di bin zilmê de baştir e’
‘Jiyana di kampê de ji jiyana di bin zilmê de baştir e’
2 sibat, 2020   06:15
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM-COZA IBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên “Artêşa Watanî ya Sûriyê” zêdetirî 300 hezar sivîl ji herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên ser sînor koçber bûn. Lewra Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 64 navend li bajarê Hesekê amade kirin.

Ji ber ku hejmara koçberan zêde  dibin, Rêveberiya Xweser kampa Weşûkanî li rojavayê navenda bajarê Hesekê ava kir. Di nav kampê de zêdetirî 6 hezar û 500 koçber dimîne.

Her wiha derdora 150 malbat di bin konên pêşwazîkirinê de dimînin ji ber ku Rêveberiya Kampê û Heyva Sor a Kurd nikarîn pêşwazî bikirina û kon ji wan re amade kiribana.

Koçbera bi navê Ayşe Mihemed ji şêniyên Serêkaniyê ye dibêje: "Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker bajarê me dagir kir, destpêkê em koçberî gundê Minacîr bûn. Lê dagirkerî gihaşt gund û ji ber topbarana dijwar em neçar man jê derkevin û bên Kampa Weşûkanî."

PÊWÎSTIYA KOÇBERAN BI ALÎKARIYÊ YE

Ayşe wiha domand: "Ji derdora 10 rojan ez û malbata xwe di bin konê pêşwazîkirinê de dimînin. Rewşa me trajedîk e. Pêwîstiya me bi gelek pêdiviyên pêwîst û amûrên germkirinê heye."

‘JIYANA ME LI VIR JI YA DI BIN ZILMA DAGIRKERIYÊ DE BAŞTIR E’

Ehmed Mihemed ji şêniyên gundê El-Deşîşe yê girêdayî bajarokê Til Temirê ye. Mihemed got: "Rewşa me li vir ji cihê hebûna çeteyan, topbaran û zilmê baştir e. Li vir rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe xebatan ji me re peyda dike. Lê gelek kêmasî di madeyên germkirinê de heye."

Mihemed mîna gelek malbatên din di bin konên pêşwazîkirinê de dimîne bang kir ku kon ji wan re bêne peydakirin.

Koçber banga jiyana ewle di warên xwe de dikin piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jê werin derxistin.

Rêveberiya Kampê dibêje ku ji ber rewşa hawayê werşeyên  fenî nikarin di nav kampê de kar bikin.

(şx)

ANHA