ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 -02-2020
2 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Girê Legê têkoşer Viyan Soran li navenda çand û hunerê ya Aram Tîger bi bîr tînin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Dêrikê şehîd Viyan Soran di salvegera şehadeta wê ya 14‘emîn de li navenda Dicle ya çand û hunerê bi bîr tînin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Tebqayê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Mecîd Filêh li goristana şehîdan a Tebqayê oxir  dikin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li navçeya Tirbespiyê têkoşer Viyan Soran tê bibîranîn, saet 10:00‘an. Li navenda Hurî ya çand û hunerê ya navçeya Amûdê şehîd Viyan Soran tê bibranîn, saet 10:00‘an. Li navenda çand û Hunerê ya Mihemed Şêx ya bajarê Qamişlo şehîd Viyan Soran tê bibîranîn, saet 14:00‘an. Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê li hola Efrîn ya herêma Şiqêf şehîd Viyan Soran bi bîr tînin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li taxa Erbawiyê ya bajarê Qamişlo Radioya Suryoyo ya pêkhateyê Suryan tê vekirin, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyek ku ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li kantona Efrînê rizgar bû got, çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker şêniyên neçar dikin da ku malên xwe vala bidin. Her wiha destnîşan kir ku her çalakiyek HRE‘ê hêviya wan rizgarkirina kantonê nû dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên herêma Serêkaniyê bang li Rêveberiya kampa Waşûkanî kirin ku çadiran ji bo wan peyda bikin û gotin, jiyana di kampê de ji jiyana di bin zulma Tirkiyê û çeteyên wê de xweştir e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berpirsa hêzên ewlehiyê ya kampa Holê Eylûl Rizgar diyar kir ku sûcên li kampa Holê roj bi roj zêde dibin û got, divê tedbîrên pêwîst werin girtin da van sûcan bi sînor bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Lêkolînerê Misirê Mihsin Ewedullah got: "Azadiya Ocalan wê nakokiyên dîrokî bi dawî bike û ewlehiya herêmê biparêz e. Lê Tirkiye di tecrîda li ser Ocalan de bi îsrar e. Ji ber ku projeya Ocalan wek xeteriyekê ji bo xwe dibîne." (BI WÊNE).

- Siyasetmedar Ebdilhelîm Ehmed bang li tevahiya alî û partiyan kir ku bi cidî kar bikin da ku yekîtiya neteweyî ya kurdî ava bibe. Ehmed got: "Yekîtiya neteweyî rêya tekane ya parastina destkeftî û serkeftinên ku hatine qezençkirin e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berpirsê Têkiliyên Navdewletî yê PYD‘ê yê herêma Firatê Bekir Hec Îsa got: "Em texmîn dikin ku rejîma Sûriyê piştî temakirina kontrolkirina rêya M5 parêzgeha Idlibê bi temamî kontrol bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çavdêr texmîn dikin ku peyaman sedsale- projeya aştiyê ya Amerîkayê dê aloziya li Difeya rojava û Xezayê ya bi Îsraîlê re gûr bike, da ku bijêrekên fermî yên filistiyan ên li dijî projeyê asteng bikin. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Şopdarên rewşa herêmê diyar kirin, piştî hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê bajarê Meret El- Nûman kontrol kirin,  gefên Tirkiyê ne cidî bûne. Tenê ji bo ku lihevkirineke nû bi Rûsyayê re binuxmîne, ye. Ji aliyekî din ve serokê Amerîkayê Donald Trump peymana serdemê ragihand. Balafirên Tirkiyê li Lîbyayê şertên agirbestê binpê kirin û  şermezarkirinên navneteweyî li dû hev hatin. (BI WÊNE).

JIN

-Li gorî salên borî rêjeya "întîharê" li kantona Kobanê kêm bûn. Sedema vê yekê pêngavên hişyarkirinê danaşîna dirûnî ku saziyên jinan lidar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Şano ya Mîtan di roja xwe ya 8‘an de didome, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Komîteya Amadekar a 4‘emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê Rûmet Beko anî ziman ku lidarxistina mîhrîcanê di şert û merên koçberiyê de serkeftineke emzin e û vejandina xebatên şanogeriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a Kobanê dike ku projeya avakirina taxa pîşesazî ya nû li derveyî bajêr bi dawî bike. Ev proje pirsgirêka zehmê li bajêr çareser dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di salên derbasbûyî de li Reqayê warê çandiniyê gelek paş ket. Ew jî bi awayek nerênî bandor li şêniyan kir. Lê piştî rizgarkirina bajêr, şêniyên Reqayê warê çandiniyê bi baş nirxandin. Ji aliyekê din ve bang li Komîteya Çandiniyê kirin da ku ji bo pêşxistina warê çandiniyê xebatên zêdetir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA