"Azadiya Ocalan wê nakokiyên dîrokî bi dawî bike"

Lêkolînerê ji Misirê Mihsin Ewedullah got: "Azadiya Ocalan wê nakokiyên dîrokî bi dawî bike û ewlehiya herêmê biparêz e. Lê Tirkiye di tecrîda li ser Ocalan de bi îsrar e. Ji ber ku projeya Ocalan wek xeteriyekê ji bo xwe dibîne."

"Azadiya Ocalan wê nakokiyên dîrokî bi dawî bike"
2 sibat, 2020   05:20
 NAVENDA NÛÇEYAN – YIHYA HEBÎB

Destilatdariya Tirkiyê di nava bêdengiyeke rêxistinên navnetewî de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne.

Di derbarê armancên tecrîdê de rojnamevaên Misirê, lêkolînerê doza kurdî û karûbarên Tirkiyê Mihsin Ewedullah ji ajansa me re  axivî.

‘HEWLDANÊN TECRÎDKIRINÊ HIŞT KU OCALAN BIBE SEMBOLA AZADIYÊ ‘

Ewedullah di destpêka axaftina xwe de got: "Hewldanên tecrîdkirina Ocalan ku armanca wê dûrxistina Ocalan ji cîhanê ye bi ser neket. Dibe ku ew kir sembola azadiya nêrîn û aştiyê. Ji ber vê yekê hişt ku gelek kes, ez jî di nav de felsefeya wî ya ku Tirkiye jê ditirse bixwînin. Tê zanîn ku zêdeyî dewletekê di prosesa girtina wî de beşdar bûn."

Derbarê armanca tecrîdê de Ewedullah wiha axivî: “Armanca tecrîdê berdewama nakokiyan e. Têkiliyên di navbera Ocalan, partî, alîgirên wî û tevahî cîhanê de qut bike. Erdogan bi vê yekê hewl dide nehêle dengê Ocalan û felsefeya wî bighêje cîhanê. Ji ber ku însyatîfa Ocalan a aştiyê têrê dike ku pirsgirêkên herêmê çareser bike û nakokiya di navbera dewleta Tirk û Kurd de bi dawî bike."

Mihsin Ewedullah got: "Gihandina dengê Ocalan li cîhanê tê wateyan eşkerekirina derewên Tirkiyê yên li ser kurdan bi giştî û Partiya Karkerên Kurdistanê bi taybet. Di heman demê de tê wateyan binkeftina planên Erdogan ên têkbirina Kurdan. Her wiha dibe ku welatiyê Tirk rastiya îdiayên derew ên ku di serdema Erdogan de pê  hatiye xapandin nas bike û derewên ku dibêje PKK‘ê pariyeke terorîst e û ewlehiya netewî ya Tirkiyê dixe xeteriyê an ku hewl dide Tirkiyê parçe bike û yekitiya wê ji hev bixe eşkere bibin."

Ewedullah anî ziman: "Texmîn nakim ku hewldnên Tirkiyê yên tecrîdkirina Ocalan bi awayekî mezin biser ket, berevajî vê, dibe tecrîd yek ji sedemên naskirina doza Ocalan, doza, doza gelê Kurd bi tevahî cîhanê be."

‘AZADIYA OCALAN NAKOKIYÊN DÎROKÎ BI DAWÎ DIKE Û EWLEHIYA HERÊMÊ DIPARÊZ E‘

Mihsin Ewedullah wiha domand: "Bi texmîna min azadkirina Ocalan yek ji aktorên çareseriyê û bidawîbûna nakokiyên dîrokî di navbera dewleta Tirk û Kurdan de ye. Ev nakokî encamên destwerdana leşkerî ya Tirkiyê di herêmên kurdan ên Bakurê Sûriyê ye û dagirkirina beşek mezin ji xaka Bakurê Sûriyê derketine.

Ocalan dikare roleke girîng di komkirina Kurdan li hev bilîze. Her wiha ewlehiya herêmê biparêze û metirsiyên dewletên mîna Iraq, Sûriyê, Îran û Tirkiyê yên derbarê hebûna niyetên Kurd ên serxwebûnê li gel pejirandina Ocalan ji felsefeya netewa demokratîk û biratiya gelan bi dawî dike. Ji ber ku felsfeya Ocalan lêvegera yekem e ku ya herî zêde ku dike li ser erdê were pêkanîn."

 ‘OCALAN PROJEYEKE AŞTIYA CÎHANÊ HILGIRTIYE‘

Derbarê îsrara dewleta Tirk a berdewama tecrîdê Ewedullah ev tişt anî ziman: "Ocalan projeyeke cîhanê ya aştiyê hilgirtiye, lê Tirkiyê vê projeyê naxwaze û Erdogan qebûl nake. Nemaze ku pergala Tirkiyê ya heyî xwe dispêre siyaseta derxistina şer, nakokiyan û afirandina aloziyan e û pê re bikeve nava pevçûnan de da ku hewl bide rewabûneke nû ji pergala xwe re biafîrîne. Heger bi rijiandina xwîna sivîlan be. Ji ber vê yekê azadiyê Ocalan xeteriyeke mezin li ser xwe dibîne û rewabûna sîstema Tirkiyê ya heyî tehdîd dike."

Mihsin Ewedullah wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ocalan ji bo Erdogan kabûseke û tê xewna wî. Ji ber ku Ocalan dikare pergala wî hilweşîne di heman demê de biparêz e. Bi wateyek din pêşeroja Tirkiyê bi awayekî mezin girêdayî helwestên Tirkiyê yên li hemberî Ocalan. Heger Erdogan di parastina ewlehiya netewî ya Tirkiyê de cidî be, lê ez vê tiştî nabînin. Divê biçe girava Îmraliyê û bi Ocalan re diyalogan li ser erekedarkirina wî wekî şêwirmendê serokê komarî yê karûbarên Kurd bike. Ev e çareserî ku hebûna Tirkiyê û parastina ewlehiya wî mîsoger dike.

Sînaryoya herî xirab a Tirkiyê îsrara Erdogan di siyaseta xwe ya heyî ya li dijî Ocalan de û berdewama tecrîdkirinê û qewitandina alîgirên wê. Ev yek dê Tirkiyê ber bi pêşerojeke nediyar ve bibe ku di encamên wê xirab bin."

‘TECRÎDA OCALAN TIŞTA JI PEGALA CÎHANÊ MAYE TEŞHÎR KIR‘

Têkildarî helwestên rêxisitnên navnetewî yên li hemberî tecrîdê Ewedullah got: "Bi texmîna min helwesta rêxistinên navnetewî û civaka navdewletî şeremeke mezin e. Em dikarin bêjin tecrîdkirina Ocalan xirabiya pergala cîhanê teşhîr kir. Axaftinên hin dewletan li ser mafên kêmnetew, girtiyên siyasî û mezlûman tenê kaxezeke siyasî ye, dema berjewendiyên wan dixe xeteriyê ev kaxez li ber ba diçe."

Derbarê girtekên ku divê di doza Ocalan de werin girtîn rojnamevanê Misrê û lêkolînerê doza kurdî û karûbarên Tirkiyê got: "Texmîn nakim ku mekanîzmeyeke aktîv hebe ku tecrîda li ser Ocalan rake, tenê divê fişar li saziyên navdewletî wekî Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa û Parlamantoya Ewropa werin kirin û çalakî li ber avahiyên wan werin lidarxistin."

ANHA