​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Şopdarên rewşa herêmê diyar kirin, piştî hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê bajarê Meret El- Nûman kontrol kirin,  gefên Tirkiyê ne cidî bûne. Tenê ji bo ku lihevkirineke nû bi Rûsyayê re binuxmîne, ye. Ji aliyekî din ve serokê Amerîkayê Donald Trump peymana serdemê ragihand. Balafirên Tirkiyê li Lîbyayê şertên agirbestê binpê kirin û  şermezarkirinên navneteweyî li dû hev hatin.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî
2 sibat, 2020   05:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî behsa rewşa Idlibê, lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê tevî ragihandina peymana serdemê û mudexeleya Tirkiyê di Lîbyayê de, kirin.

EL-EREB: PIŞTÎ KU ARTÊŞA SÛRIYÊ KETE MERET EL-NÛMAN TIRKIYE GEFAN LI ESAD DIXWE

Rojnameya El-Ereb derbarê geşedanên li Idlibê wiha nivîsî: “Roja Sêşemê, Tirkiyê hişyarî da artêşa Sûriyê ku eger êrişî  xalên wê yên çavdêriyê yên li Idlibê bike, ew ê bersivê bide. Piştî ku artêşa Sûriyê li başûrê parêzgehê pêşde çû û kete bajarê Meret El-Nûman û xala çavdêriyê ya Tirkiyê ya li rojhilatê bajêr dorpêç kir.

Artêşa Sûriyê roja Sêşemê bajarê Meret El-Nûman xiste bin kontrola xwe. Ev bajar cihekî stratejîk e, duyemîn bajarê mezin ê başûrê Idlibê ye û dikeve ser rêya navdewletî ya Heleb-Şamê ya M5.

Çavdêr dibêjin ku gefên Tirkiyê xapandin in. Ji ber ku diyar e rejîma  Recep Tayyîp Erdogan bi Rûsyayê re bazar kiriye û dest ji Idlibê berdaye.

Yek ji çavdaran dibêje: “Rejîma Sûriyê dê êrişî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê neke, tu berjewendiyên Rejîmê di vê mijarê de tune ne. Ew dizane ku Enqere bi xwe dê wan xalan vala bike. Piştî ku Rejîm herêmê bi tevahî kontrol bike, tu sedemên mayîna wan xalan namîne.”

Çavdêrên siyasî dibêjin Tirkiye hêdî hêdî desthilatdariya xwe ya li Sûriyê winda dike. Ew nikare pêdiviyên Rûsyayê pêk bîne, her wiha têkiliyên wê bi Amerîkayê re jî aloz bûne.

ŞERQ EL-AWSAT: PLANA TRUMP... JI BO FILISTÎN Û ÎSRAÎLÊ SÎNORÊN NÛ

Derbarê pirsgirêka Filistîn, Îsraîl û projeya Trump de rojnameya Şerq El-Awsat wiha nivîsî: “Serokê Amerîkayê Donald Trump, duh projeya xwe ya derbarê çareseriya aloziya Rojhilata Navîn ku ev demek e dihate payîn, ragihand. Wekî ku dihate payîn di projeyê de Quds paytexta Îsraîlê û dewleta Filistînê ya bêçek tê avakirin. Paytexta wê jî beşeke Qudsê ya rojhilat e.

Trump projeya xwe li koşka spî di civîneke çapemeniyê de ragihand. Di civînê de serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Natanyahu û berpirsyarên payebilind ên rêveberiya Amerîkayê jî beşdar bûn. Di nava wan de ekîba ku ev du sal in projeyê amade dikin jî hebû. Yek ji endamên ekîbê jî  Jared Kushner, zavayê Trump e.

Her wiha li gorî ku Trump ragihandiye, hin balyozên Ereban jî amade bûn.

Di naveroka projeyê de çareseriyeke li ser bingeha avakirina du dewletan Filistîn û Îsraîlê cî digre. Proje doza avakirina dewlete filistîniyan a serbixwe û paytexta wê hin herêmê rojhilatê Qudsê ne. Mîna herêma Abû Dês, Şafat û Kerer Eqeb. Lê hin merc hene, yek jê “dê Filistînin soz bide ku terorê tune bike û alîkariya malbatên terorîstan neke”.

Dîsa li gorî projeyê dê hin erd bêne veguhaztin, dê hin herêmên nêzî sînorên Misirê bidin filistîniyan. Lê dê di bin çavdêriya ewlehiyê ya Îsraîlê de bimîne. Beramberî wê jî dê hin erdên Xûr Urdun û rojhilatê Şerîayê bidin Îsraîlê.

EL-BEYAN: BALAFIRÊN TIRKIYÊ ŞERTÊN AGIRBESTA LÎBYAYÊ BINPÊ DIKE

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan got: "Serokkomatê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan carek din sozên xwe yên navneteweyî binpê kirin. Çeteyên din şandin Lîbayayê û bi balafirên daron êriş pêk anîn. Di encamê de hejmarek ji artêşa Lîbyayê li herêma El-Hîşa li rojhilatê Misrata hatin kuştin. Ji aliyekî din ve çeteyek sûrî li Lîbyayê diyar kir ku Erdogan 3 hezar kes li beramberî 2000 dolarê amerîkî wek fon veguhestine Terablusê. Piraniya wan xizanên Sûriyê ne."

Çavkaniyên leşkerî ji El-Beyan re gotin: "6 leşker ji tugeya 12 Michefil û bi xwe ji şêniyên bajarê Mirzeq ên resen in, di encama topbarana bizanabûn de ji hêla balafirên Tirkiyê yên daron ve hatine kuştin. Ev bûyer ji destpêkirina agirbestê ve di 12`ê Çileyê de, ya yekemîn e."

Çavkaniyan diyar kirin ku  Tirkiyê bi vê êrişê şertên agirbestê ya li Lîbyayê binpê dike. Bi taybet ji ber ku leşkerên pispor li paş mudexeleya biyanî ya hovane di Lîbyayê de ne.

ÎMARAT EL-YEWM: XWEPÊŞENDARÊN LUBNANÊ NAHÊLIN CIVÎNA PERLAMANTOYÊ LIDAR KEVE Û BI HÊZÊN EWLEKARIYÊ RE BI HEV DIKEVIN

Derbarê Lubnanê de rojnameya El-Îmarat El-Yewm got: "Dema xwepêşendar xwestin civîna parlamentoyên asteng bikin, bi hêzên ewlekariyê re bi hev ketin. Di encamê de  hejmarek xwepêşendar birîndar bûn."

Hejmarek xwepêşendar ji tevahiya herêmên Lubnanê li dora qada El-Necme li ber perlamantoya lubnanî kom bûn. Di hewldanekê de ji bo ku derbasî perlamentoyê bibin û nehêlin perlamanter civîna xwe lidar bixin. Xwepêşendar sûra tilî derbas kirin û gihaştin qadê. Piştre  pêvçûnên bi keviran di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlehiyê de derket. Hêzên ewlehiyê gelek kes girtin û gelek di pevçûnan de birîndar bûn.

ANHA