Li bejahiya rojavayê Helebê şer rû dide

Hêzên rejîma Sûriyê herêma Keferhemra, Deheret Ebidrebû û Leyremûn ên bejahiya rojavayê Helebê bi balafirên şer, moşek û obusan kir hedef. Çeteyên artêşa Tirk a dagirerk ji aliyê xwe ve taxên Helebê topbaran dike.

Li bejahiya rojavayê Helebê şer rû dide
Li bejahiya rojavayê Helebê şer rû dide
Li bejahiya rojavayê Helebê şer rû dide
Li bejahiya rojavayê Helebê şer rû dide
Li bejahiya rojavayê Helebê şer rû dide
Li bejahiya rojavayê Helebê şer rû dide
Li bejahiya rojavayê Helebê şer rû dide
Li bejahiya rojavayê Helebê şer rû dide
1 sibat, 2020   17:43
HELEB

Hêzên rejîma Sûriyê, nuqteyên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li Keferhemra, Dehret Ebdrebû û Leyremûn bi obusan û moşek topbaran kirin û bi helîkopteran herêma Leyremûn bombe kirin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi obus û roketan cihên sivîlan li zanîngeha Heleb, Seken Camiî û kolana Nîl û taxa Şehbayê topbaran kirin.

Li derdora herêma Leyremûn şerên giran di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de rû didin. Agahî hene ku ziyanên canî hene.

Hate ragihandin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) bi erebeyeke BMB êriş bire ser derdora Cumiyet El-Zehra ya bejahiya rojavayê Helebê, di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Hêzên rejîma Sûriyê heta vê kêliyên nuqteyên çeteyan ên li gundewarê rojavayê Helebê topbaran dike.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S9Yws236P0U" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>