Xebatên Şaredariya Gel a Kobanê

Şaredariya Gel a kantona Kobanê kanalîzasyonên bajêr sererast dike û peyrêyan çêdike.

Xebatên Şaredariya Gel a Kobanê
Xebatên Şaredariya Gel a Kobanê
Xebatên Şaredariya Gel a Kobanê
Xebatên Şaredariya Gel a Kobanê
1 sibat, 2020   08:34
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Tevî ku şaredarî bi kar û xebatên bajêr radibe, lê hîn jî bermahiyên şer hene, lewma hîn jî şaredarî xizmetê dike û binesaziya bajêr sererast dike.

Ji beriya şer ve bajarê Kobanê pirsgirêka tengbûna kanalîzasyonan dikişîne û niha jî berdewam e, lewra şaredariyê dest bi guhartinan kirin.

Li gel vê yekê avahî zêde li bajêr çêbûye û pêwîstî bi ava vexwarinê, kanalîsazyonan, vekirina rêyan heye. Her wiha li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya herî mezin, a vekirina rageran bû.

Havîna derbasbûyî Şaredariya Gel gelek rêyên li naverast û derveyî bajêr zift kirin, nexasim rêya M4 ku ji rêya di navbera pira Qereqoza û heta bi rojhilatê Eyn Îsayê de ye û rêya Kobanê û navçeya El-Şiyûx bi dirêjahiya 18 km zift kirin.

Di vê derbarê de kêmanî di ziftkirinê de derket, sedema wê jî hem ji ber kalîta madeya ziftê ne ya baş bû û hem jî ji ber lezbûnê, ji ber di demsala zivistanê de zift diqelişe.

Di milekî din de derbasbûna makîneyên mezin li naverasta bajêr, bû sedema çêbûna konçalan û golên avê çêdibin û bandore li binesaziya herêmê dike.

PROJEYÊN NIHA TÊNE ÇÊKIRIN

Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Kobanê Rewşen Ebdî axivî û got: “Şaredarî di van rojan de kolanan bi kevirên şikandî dadigirin, da ku di werza havînê de zift bikin. Ji van taxan, taxa Şehîd Xebat, taxa Şehîd Abdo û taxa Şehîd Faris e.”

Her wiha zêdetirî 7 hezar metre kanalîsazyonên taxên nû yên Kobanê çêkirin, konçalên nava taxan û kolanên sereke sererast kirin.

Reşen Ebdî got: “Şaredariyê qonaxa duyemîn a projeyên rageran bi dawî kir û dest bi qonaxa dawîn a projeyê kiriye. Proje ji taxa Şehîd Serhed dest pê dike û digihêje heta rêya Carablusê ya li aliyê rojavayê bajêr e. Rûbera projeyê bi vî awayî digihêje 3 km.

Her wiha şaredariyê gelek çerxerê çêkirin, ji wan çerxerêya jina azad û çerxerêya azadiyê. Kar û xebata burcê saetê berdewam dike û plana avakirina têketineke nû ji bajarê Kobanê re, ku dê ji aliyê başûr ve be dike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yipQ39BQ-Zw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>