Şahidek: Efrîn bûye bajarê hovan, kesek nikare lê bijî

Welatiyekî Efrînî ji ber zilm û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê reviyî got: “Efrîn bi awayekî plankirî tê tirkirin. Dagirkeriya Tirk navendên biçekkirina çeteyan vekirine da ku wan bişînin Lîbyayê.”

Şahidek: Efrîn bûye bajarê hovan, kesek nikare lê bijî
Şahidek: Efrîn bûye bajarê hovan, kesek nikare lê bijî
1 sibat, 2020   07:49
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên dermirovî li dijî şêniyên Efrînê didomînin. Rojnane bûyerên revandin, kuştina sivîlan û talankirina şûnwaran têne kirin.

Derbarê van binpêkirina de bi dehan belge derketin. Her wiha şahidên ku ji ber van binpêkirinan reviyan e, rastiya van piştrast dikin.

Şêniyê bi navê (E.D) ji bajarê Efrînê ye, dibêje ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her cûre îşkence li wî kirine.

(E.D) ku şahidê binpêkirinên dagirkeran li Efrînê kir, serpêhatiya xwe ji ajansa me re parve kir.

(E.D) di 8'ê Adara 2018'an de wekî şêniyên din ên Efrînê ji ber êrişên dijwar ên dagirkeriyê neçar ma bi malbata xwe mala xwe ya li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê terk bike û biçe kantona Şehbayê.

(E.D) li pey xwe de hemû belgeyên milkan û pere hiştin. Piştî çend rojan ji koçberiyê ew û hevjîna xwe biryar didin ku vegerin Efrînê û belge û pereyên xwe yên li pey xwe hiştibûn bibin, lê dema dighêje Efrînê dimildest ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê girtin.

(E.D) got: “Dema ez hatim girtin, her cûre îşkence li min kirin. Paşê ez birim girtîgeha (Masera) ya li bajarê Ezazê. Ew girtîgeh wek a gelê Efrînê tê naskirin. Her cûre îşkence lê tê kirin. Ez bi hinceta ku têkiliyên min bi Partiya Yekîtiya Demokratîk re hene û di komînê de kar dikim, girtin. 6 mehan di girtîgeha Maserê de man, çeteyan bi awayekî hovane ez êşkence kirim. Piştî 6 mehan ez birim girtîgeha Ezaz a navendî, di wê girtîgehê de bi dehan şêniyên Efrînê hebûn."

 

 (E.D) careke din bi heman tewanê tê girtin lê vê carê ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê û tîmên têkoşîna li dijî terorê ve. Piştî tê berdan dibîne ku çeteyên (Ehrar El-Şam) mala wî dizîn û dest danîn ser milkên wî.

(E.D) diyar kir ku Efrîn bi awayekî plankirî ji aliyê Erdogan ve hatiye tirkkirin û meteryalên bi zimanê Tirkî li dibistanan hatiye ferzkirin. E.D wiha domand: "Kantona Efrînê ya dagirkirî veguheriye bajarê hovan. Ti kes nikare lê bijî. Dizî û desteserkirina zeviyên çandinî ji zeytûn û genim berdewam e. Her wiha çete û leşkerên Tirk ji ber du armancan şûnwaran didizin û wêran dikin, yek ji bo pereyan û ya din îmhakirina dîrok û şaristaniya herêm e. Çete nahêlin şênî biçin nav zeviyên xwe. Li aliyekî din bi hezaran dar birîn da ku li sûkên Ezaz û Babê bifroşin. Piştî talankirina milkên sivîlan, çeteyan têlên kehrebê dizîn, nehas jê derxistin û li Tirkiyê firotin. Yek ji serçeteyên DAIŞ'ê navê wî Ehmed Semah bû, komeke ava kir, erka vê komê dikevin malên şêniyên Efrînê û milkên wan didizin."

(E.D) di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye çeteyên Sûriyê ji bo pêkanîna ajnîdeyên xwe yên berfirehbûnê bi kar tîne. Dagirkeriya Tirk li Efrînê navend vekir da ku çeteyên li wir li beramberî gelek pereyan bişînin Lîbyayê."

(E.D) bang li rêxistinên navdewletî û civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike û şêniyên li Efrînê ya dagirkirî rizgar bikin. (E.D) rihetî û kêfxweşiya xwe anî ziman ji ber ku dikarîbû ji zilma dagirkeran xilas bibe ji Efrînê derkeve û biçe Şehbayê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nomH4E3o7yw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>