Birîtanya bi projeyekê daxwaza vekişandina çeteyan ji Lîbyayê kir

Birîtanyayê der barê daxwaza vekişandina çeteyên dewleta Tirk ji Lîbyayê, projeyek pêşkêşî hevkarên xwe yên di Meclisa Ewelekariyê ya Navdewletî de kir.

Birîtanya bi projeyekê daxwaza vekişandina çeteyan ji Lîbyayê kir
1 sibat, 2020   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Birîtanya bi rêya projeyê metirsiya meclisê ya hebûna  çeteyan li Lîbyayê tîne ziman. Her wiha berpirsyariyên navdewletî yên sozên li Berlînê di 19`ê Çileyê de ji bo rêzgirtina li hemberî biryara qedexekirina çekên li ser Lîbya ji sala 2011`an de ferzkirî dane, bi bîr dixe û daxwaza rawestandina alîkariya ji bo çeteyan tê dayîn û vekişandina wan dike.

Her wiha ji hemû dewletên endam dixwaze ku destwerdana şer nekin û ji bo alozî kûr nebe tedbîran bigirin. Lê belê dema îmzekirina biryarê nehat diyarkirin.

Projeya biryarê ya Birîtanyayê dijwarbûna şerê vê dawiyê şermezar dike û banga agirbestê li hemû aliyan dike. Her wiha bang li sekertêrê giştî yê Netweyên Yekbûyî Antonio Guterres dike ku helwesta xwe der barê "şertên pêwîst ji bo agirbestê" diyar bike û ji bo çavdêriya agirbestê bi awayekî aktîv, pêşnyaran bike.

Projeya Birîtanyayê her wiha girîngiya rola Yekitiya Afrîka, Yekitiya Dewletên Ereban û Yekitiya Ewropayê di çareserkirina şerê Lîbyayê de, destnîşan dike.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bi Lîbyayê Xesan Selama pênşemê careke din li pêşiya Meclisa Ewlekariyê hebûna çekarên biyanî ku nasnameyên wan ne diyar in li Lîbyayê, şermezar kir.

Fransayê dewleta Tirk bi ne rêzgirtina li hemberî lihevkirinên agirbestê ku di kongreya Berlînê de li ser li hev kirine, her wiha bi piştgiriya mîlîsên çekdar li Lîbyayê bi rêya şandina çek û çeteyan, tewanbar kir.

(cx)