‘Fikirê Rêbertî rêya xelasiya ji bindestiyê ye’

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Hejar Mehmûd got: “Rêbertî dikare çareseriyê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibîne. Lê dewleta Tirk û dewletên emperyalîst li dijî vê yekê sekinîn û tecrîd li dijî Rêber Ocalan ferz kirin.”

‘Fikirê Rêbertî rêya xelasiya ji bindestiyê ye’
1 sibat, 2020   07:22
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk hêj li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tecrîdê ferz dike, armanca vê yekê jî têkbirina projeyên demokratîk ên li Rojhilata Navîn  û tunekirina gelê Kurd e. Bi vê yekê rasterast felsefeya Neteweya Demokratîk dike armanc.

Dewleta Tirk û dewletên emperyalîst nikarin têkoşîn û berxwedana bûye rêya azadî û xelasiya ji bindestiyê têk bibin.

Di vê çarçoveyê de ajansa me hevdîtin bi endamê PYD`ê Hejar Mehmûd re çêkir û got: “Tecrîda li dijî Rêbertî armanca wê têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e û astengkirina çareseriya aloziya herêmê ye. Sala 2013`an Rêbertî nameyek ji gelên Rojhilata Navîn re şand û amaje bi agirbestê û çareseriya aloziyê bi rêyên siyasî û demokratîk kir. Derfetê bidin min ez ê di nava heftiyekê de çareseriyê ji aloziya Rojhilata Navîn re bibînim. Rêbertî dikare çareseriyê ji aloziya Rojhilata Navîn re bibîne. Lê dewleta Tirk û dewletên emperyalîst asteng dikin û tecrîd li dijî Rêbertî ferz kirin.”

Mehmûd bal kişand ser, komployên dewleta Tirk û dewletên emperyaslîst li dijî mirovahiyê pêk tînin û wiha pê de çû: “Komployên wiha binpêkirina qanûnên navdewletî û pîvanên exlaqî ne. Ne tenê Rêberê Gelê Kurd dikin armanc di heman demê de  vîna gelan jî dikin armanc.”

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Hejar Mehmûd banga xwendina parêznameyên Rêbertî kir. Mehmûd got: “Fikir û felsefeya Ocalan bixwînin, ji ber li dijî komployên hewldana têkbirina fikir û felseya Neteweya Demokratîk dikin, bisekinin. Ji ber ew tekane rêya rizgariya gelan e.”

Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li pêkhateyên herêmê kir ku derbarê komplo û planên dewleta Tirk û dewletên sermeyadar ên li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de hişyar bin û tecrîdê bişkînin.

 (eh)

ANHA   

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/msXAV4_Ywmo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>