Komîteya Çandiniyê rûbera ku dagirkeran şewitandibûn, zindî dikin

Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê hewl dide rûbera ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dema dagirkirinê de şewitandibûn ji nû ve şîn bikin.

Komîteya Çandiniyê rûbera ku dagirkeran şewitandibûn, zindî dikin
Komîteya Çandiniyê rûbera ku dagirkeran şewitandibûn, zindî dikin
1 sibat, 2020   07:19
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO

Di zivistana 2015'an de şervanên YPG û YPJ'ê beşek mezin ji xaka kantona Şehbayê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dema ku herêmê dagir kiribûn bi deh hezar dar birînbûn, ku wekî jêdera sereke ya derbara şêniyan in.

Piştî rizgarkirinê, Komîteya Çandiniyê hewl da beşê rizgarkirî yê herêmê dîsa şîn bike.

Endezyarê çandiniyê û endamê Komîteya Çandiniyê yê kantona Şehbayê Basim Osman ji ajansa me re axivî. Osman got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ'ê ji sala 2013'an heta 2015'an beşek kantonê dagirkiribûn. Şînkatiya herêmê şewitandibûn. Darên zeytûn û fisteqên helebî û berhemên din ên çandiniyê birîn û şewitandin. Ji ber ku ew dijminên xwezayê ne. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji birîn û şewitandina daran têr nebûn, di heman demê de mayîn li deverên çandiniyê çandin. Piştî rizgarkirina herêmê bi rêjeya 40 hezar hektar mayîn hatin rakirin û zevî hatin cotkirin. Ev yek rêjeya zeviyên çandiniyê çi avê û çi jî bejî  dabîn kirin."

Piştî rizgarkirinê beşek ji xaka Şehbayê û paqijkirina herêmê ji mayînan, Komîteya Çandiniyê şitilgehek vekir. Osman diyar kir ku di şitilgehê de 40 hezar darên zeytûnan, festeqên helebî û serû û cureyên din hene.

Osman anî ziman ku binpêkirinên li gundên ser sînor ên di navbera herêmên Şehbayê yên rizgarkirî  û yên dagirkirî ji gundê Nîrabiyê yê rojhilat heta gundên (Werdiyê, Şêx Îsa, Tehana, Til Cîcan, Medîq Bendava Şehbayê, Hesacik, Um El-Hoş, Herbel, Til Rifet) yên li rojava û gundên li beramberî navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê berdewam in.

Osman got: “Beşek mezin ji xaka kantona Şehbayê di destê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye. Ji Cerablus, heta herêma Bab, Exterîn, Marî û Ezazê û nuqeteya dawî ya li derdora Efrînê ku di destê çeteyên Mertala Firatê ya Tirkiyê de ne. Li van herêmên hejmareke mezin ji dar û rez hatin birîn.”

Osman bang li civaka navdewletî û rêxistinên têkildarî parastina ekolojyayê kirin ku sûcên li dijî mirov û xwezayê ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêk tînin, belge bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eBNKyiH4bpg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>