'Gel çareseriya leşkerî qebûl nake, çareserî bi diyalogan pêkan e'

Berpirsê Partiya Sûriyê yê Pêjeroşê yê herêma Cizîrê Samir Gebro got: "Yên ku çareseriyê ji bo Sûriyê dixwaze divê li maseya diyalogan rûnê, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bike. Gel çareseriya leşkerî qebûl nake. Çareserî tenê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî pêkan e."

'Gel çareseriya leşkerî qebûl nake, çareserî bi diyalogan pêkan e'
1 sibat, 2020   07:17
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Diyalogên navxweyî yên Sûriyê yek ji mijarên sereke yên li ser qada Sûriyê ye. Lê ji ber destwerdanên derve di karûbarên Sûriyê de tu nîşaneyên çareserkirina aloziyê tunene. Welatiyên Sûriyê diyar kirin ku tenê diyalog rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Berpirsê Partiya Sûriya Pêşerojê yê şaxê Cizîrê Samir Gebro li ser mijarê ajansa me re axivî. Samir Gebro anî ziman ku yek ji sedemên neçareseriya aloziya Sûriyê ye "Rêveberiya Şaş " a ji aloziyê re ye. Gebro got: "Tu siyaseteke mentiqî ku banga çareserkirina aloziyê bike tune ye. Lê belê armanc dirêjkirina temenê aloziyê ye. Her aliyek li derdora ajnîdeyên xwe kom dibe û bi îsrar in. Lê mixabin rêveberiyeke rasteqîn a ji bo çareseriyê tuneye."

'ÇARESERIYA LEŞKERÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Samir Gebro destnîşan kir ku yê çareseriya ji bo Sûriyê dixwaze divê li ser maseya diyalogan rûne, nêrîn û pêşniyarên xwe bîne ziman. Gebro got: “Lê dema ku her aliyek li pey ajandeyên xwe kom bibe wê demê ji bilî çareseriya leşkerî namîne. Lê ev çareserî ji aliyê gelê Sûriyê ve nayê qebûlkirin. Ji bilî diyalogên Sûrî-Sûrî tu çareserî pêk nayê. Ji ber ku diyalogên navxweyî di nava xwe de welateyên rêzdarî û naskirina hemû aliyan bi hev ve digire."

Gebro wiha li gotina xwe zêde kir: "Dema em dibêjin diyalog maseyek heye û yên diyalogan dikin îtîrafê bi hev û rola hev dikin. Hemû aliyên diyagolê pêşniyarên hev qebûl dikin û nîqaş dikin. Lê aliyên Sûrî hene neçar in ku di nava wateyên siyasetên xwe yên diyalogan de bigire. Helbet heger aliyên diyalogê berjewendiyên gelê Sûriyê û çareserkirina aloziyê bixwazin."

'DIYALOG TUNE, LÊ VETO HEYE'

Gebro di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Her aliyek li pey ajandeyên xwe ketine. Lê ev nabe çareserî, rêveberiyeke rasteqîn heta ne ji aliyê civaka navdewletî ve tuneye. Astana şer bi rêve dibe, Cinêv tune ye. Bi rastî heta niha çareseriyeke rasteqîn tuneye. Lê bi beşdarbûna gelek aliyan ve veto heye, ev yek ji bo gelê Kurd heqareteke. Divê aliyên heyî li ser maseya diyalogan kom bibin û diyalogan qebûl bikin.  Yê ku berdêla şer dide gelê Sûriyê ye. Ajandeyên derve jî pereyan di şer de qezenç dikin. Aliyên derve sûd ji şerê li Sûriyê digirin. Bi 8 qatan çekên xwe firotin. Binkeftiyê herî mezin gelê Sûriyê ye. Gund û bajar hatin wêrankirin. Li ser vê yekê berpirsyarî ya tevahî aliyên Sûriyê ye. Eger xêrê ji gelê Sûriyê re dixwazin divê li ser maseyekî rûnin.”

Samir Gebro bang li tevahî aliyên Sûriyê kir û got: “Bi çavê rehmê li gelê mazlûm binerin. Li dîroka Sûriyê, gel û pêşeroja wê binere, berjewendiya gel û welat di diyalogan de ye. Ji bo çareserkirina aloziyê fişarên li aliyên navdewletî yên ku veto dikin, bikin.”

Berpirsê şaxê Cizîrê yê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Samir Gebro di dawiya axafina xwe de got: "Hêviya çareseriyê û bi dawîbûna şer ji gelê Sûriyê re dixwazin. Dewletên mezin li ser xaka me bi hev ketin divê gelê Sûriyê ji bûyerên berê ferê bibin, dersa rasteqîn diyalog e. Bi diyalogan tevahî pirsgirêk çareser dibin. "

ANHA   

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ow28UTi0ckE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>