ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01 -02-2020
1 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser civîna xwe ya sala 2020'an lidar dixe da ku qanûna xebatkarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê bike. Civîn dê du rojan dewam bike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Hejar Mehmûd got: “Rêbertî dikare çareseriyê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibîne. Lê dewleta Tirk û dewletên emperyalîst li dijî vê yekê sekinîn û tecrîd li dijî Rêber Ocalan ferz kirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serkîş Kîsqer Rîkan ji pêkhateya Ermen ê bajarê Girê Spî ye. Rîna jî wek bi sedhezaran kes ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye koçberkirin. Rîkan got: “Dîrok xwe dûbare dike, Ermen carek din bi destê Tirkiyê tên qetilkirin û koçberkirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan got: “Avakirina Sûriyeke nenavendî bi yekîtiya gelan misoger dibe. Dema yekîtiyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çavdêr û muxalifê Sûriyê Xeyas Neyîsa got: “Têkildarî Idlibê û Sûriyê nokiyên kur di navbera Rûsya û Tirkiyê de tune ne. Rejîmê dixwaze gefên Tirkiyê yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam be, lewma qonaxa bê xetertir e.” (BI WÊNE).

- Berpirsê Partiya Sûriyê yê Pêjeroşê yê herêma Cizîrê Samir Gebro got: "Yên ku çareseriyê ji bo Sûriyê dixwaze divê li maseya diyalogan rûnê, nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bike. Gel çareseriya leşkerî qebûl nake. Çareserî tenê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî pêkan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Şêwirmendiya Ewqafan a herêma Firatê Mehmûd Osman û melayê Mizgefta Mekte yê Kobanê Mihyedîn Ehmed bang li umeta îslamê kirin ku li dijî binpêkirinên Tirkiyê derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên ji pêkhateya Ereb diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikrê xwe jin ji hişmendiya desthilatdariyê a serdest rizgar kirin û hêz da jinan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmara jinên beşdarî nava pêngava rêveberiya jinan a ku bi hevkariya buroyên jinan ên Meclisa bajêr dest pê kirine, gihaşt 250 jinî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehris a kantona Şehbayê di roja xwe ya 7'an de didome, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Welatiyekî Efrînî ji ber zilm û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê reviyî got: “Efrîn bi awayekî plankirî tê tirkirin. Dagirkeriya Tirk navendên biçekkirina çeteyan vekirine da ku wan bişînin Lîbyayê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a kantona Kobanê kanalîzasyonên bajêr sererast dike û peyrêyan çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê hewl dide rûbera ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di dema dagirkirinê de şewitandibûn ji nû ve şîn bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA