Berdevkê berê yê çeteyên "Ceyş El-Islam" li Fransayê hat girtin

Çavkaniyekî ji dozgeriya Fransayê ragihand ku berpirsên çeteyên "Ceyş El-Islam" Islam Elûş hate girtin.

Berdevkê berê yê çeteyên "Ceyş El-Islam" li Fransayê hat girtin
31 ÇILE, 2020   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî dozgeriya Fransayê ji AFP'ê re diyar kir ku Elûş ê bi pêkanîna êşkencekirin, sûcên şer û bûyerên revandina bi zorê tewanbar e li pêşberî dadwerê lêpirsînê yê Parîsê ye.

Islam Elûş berdevê berê yê çeteyên "Ceyş El-Islam" e li Fransa li ser vîzaya xwendekar a ji bernameya "Erasmus" bû  û li bajarê Marseille hat girtin.

Çeteyên "Çeyş El-Îslam" ji komên tundraw e ku ji bejahiya Şamê destpê kir û li herêmên Sûriyê çalak bûn. Li gorî gelek rêxistinên hiqûqî koma behsa mijarê gelek sûc kirin.