Ermeniyê ku dagirkeran ew koçber kiriye: Dîrok dûbare dibe

Serkîş Kîsqer Rîkan ji pêkhateya Ermen ê bajarê Girê Spî ye. Rîna jî wek bi sedhezaran kes ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye koçberkirin. Rîkan got: “Dîrok xwe dûbare dike, Ermen carek din bi destê Tirkiyê tên qetilkirin û koçberkirin.”

Ermeniyê ku dagirkeran ew koçber kiriye: Dîrok dûbare dibe
1 sibat, 2020   06:15
KOBANÊ – HÊZA HESEN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û piştî dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê bi deh hezaran kes koçber kirin. Dagirkeran  di êrişan de ferq û cudahî naxe navbera Kurd, Ereb û Ermenî û pêkhateyên din.

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî dagirkirinê herêm jiyana şêniyên li warê xwe man veguherî dojehê, rojane binpêkirin zêdetir dibin.

Welatiyê Ermenî Serkîş Kîsqer Rîkan ji bajarê Girê Spî ye. Rîkan  ji ber êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji mala xwe hat koçberkirin.

Rîkan  sûcên dagirkeriya Tirk ji ajansa me ANHA'yê re parve kir.  

Rîkan dibêje:  "Sûcên ku dagirkeriya Tirk li dijî me pêk tîne berdewama komkujiyên Osmanî yên li dijî Ermen in.  Osmaniyan jî di sala  1915'an de heman komkujî pêk anîn. Heta niha jî ev komkujî û binpêkirin berdewam in. Tirkiye ne tenê Kurdan, hemû pêkhateyên herêmê dike armanc. Sûcên hovane ji koçberkirin, talankirin û dizîna milkan pêk tîne û xaka me dagir dike.”

Rîkan diyar kir ku  Ermenên li bajarê Girê Spî ya dagirkirî ji malên xwe koçber bûn, ji ber ku êrişên Tirkiyê aloziyek mezin li bajêr çêkir, armanca wê ya sereke talankirin û kuştin e.

Rîkan destnîşan kir ku çarenûsa wan li gel bêdengiya navdewletî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ne diyar e û got: “Ewropa destekê dide dewleta Tirk.”

Rîkan got: “Min  komkujî û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelên herêmê belge kir. Ez ê radestî rêxistin û aliyên têkildar ên li Rûsya û Amerîka û Kanadayê bikin.”

Welatiyê Ermenî di dawiya axaftina xwe de got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelên herêmê û guhertina demografiya wê ye. Şêniyên resen ji malên wan derdixe û çeteyan bicih dike.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3hrHsBdgKe8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>