Rayedarekî YE'yê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûr kir

Berpirsê Buroya Têkiliyan a Yekitiya Ewropayê Vince Ciao Popo serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Silêmaniyê ya li Başûrê kir. Di serdanê de du aliyên pêşdeçûnên dawîn li herêmê, bi taybet dosyeya girtiyên DAIŞ’ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

Rayedarekî YE'yê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûr kir
31 ÇILE, 2020   15:19
SILÊMANIYÊ

Berpirsê Buroya Têkiliyan a Yekitiya Ewropayê (YE) Vince Ciao Popo serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Silêmaniyê ya li Başûrê kir.

Vince Ciao Popo ji aliyê endamên Desteya Rêveberiyê ya Nûnertiyê Cemîl Rihmano, Silava Suleyman, Çawîdan Hesen û Fethullah Husênî ve hat pêşwazîkirin.

Di serdanê de her du aliyan pêşdeçûnên li Sûriyê bi gihştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet nîqaş kirin.

Rayedarên nûnertiyê ji Vince Ciao Popo re rêziknameya Rêveberiya Xweser, rewşa jiyanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet piştî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê di 9’ê Cotmeha sala borî de, nirxandin.

Her wiha rayedarên nûnertiya Rêveberiya Xweser, binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên dagirkirî, mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên dîtir, bi taybet guhartina demografiya ku dagirkerî pêk tîne û neçarkirina şêniyên resen a koçberiyê, şîrove kirin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku pêwîst e YE’yê  tev bigere û li hember van binpêkirinên li dijî tevahî qanûn û mîsaqên navdewletî bisekine û gotin ku divê dewleta Tirk ji tevahî herêmên dagirkirî vekişe.

Her du aliyan li ser dosyeya çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser bi taybet ên di kampa Holê de, nîqaş kir. Nûnerên Rêveberiya Xweser ên li Başûr diyar kir ku bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê bi hemwelatiyên cuda li kampa Holê hene û tenê barê wan li ser pişta Rêveberiya Xweser e. Nûneran gotin, ku pêwîst e civaka navdewletî bi Rêveberiya Xweser re der barê dadgehkirin û şopandina rewşan wan di kampê de hevkar be û anîn ziman ku tevahî cîhan di vê dosyeyê de têkildar e û xeteriya wê dizanin.

Ji aliyê xwe ve jî berpirsê Buroya YE’yê Vince Ciao Popo got, pêwîstî û girîngî bi pêşketina têkiliyên di navbera YE’yê û Rêveberiya Xweser de heye û bal kişand ser qurbaniyên ku QSD’ê li hember DAIŞ’ê dane û diyar kir ku YE’yê der heqê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne razî ye.

(fr)

ANHA