TEV-ÇAND, şehîd Vejîn û Barîn bi bîr anîn

Li Helebê şehîd Semîra Osman (Vejîn Elîşêr) û Dunya Bekir (Barîn Dilşêr) di salvegera şehadeta xwe ya duyemîn de hatin bibîranîn.

TEV-ÇAND, şehîd Vejîn û Barîn bi bîr anîn
TEV-ÇAND, şehîd Vejîn û Barîn bi bîr anîn
TEV-ÇAND, şehîd Vejîn û Barîn bi bîr anîn
TEV-ÇAND, şehîd Vejîn û Barîn bi bîr anîn
TEV-ÇAND, şehîd Vejîn û Barîn bi bîr anîn
TEV-ÇAND, şehîd Vejîn û Barîn bi bîr anîn
TEV-ÇAND, şehîd Vejîn û Barîn bi bîr anîn
31 ÇILE, 2020   15:15
HELEB

Tevgera Çand û Hunerê ya  Helebê şehîd Semîra Osman (Vejîn Elîşêr) û Dunya Bekir (Barîn Dilşêr) di salvegera şehadeta wan a duyemîn de bi bîr anîn. Bîranîn bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horor ya taxa Eşrefiyê hate lidarxistin

Navenda Çand û Hunerê bi wêneyên herdu şehîdan û cilên wan ên folklorî hatibû xemildandin.

Rêvebera navenda Çand û Hunerê Sozdar Xemgîn behsa jiyana şehîd Barîn û Vejîn kirin û got: "Hêviya herdu şehîdan rizgarkirina xaka xwe û parastina çanda xwe bû. "

Sozdar bi bîr anî ku şehîd Vejîn û Barîn di çepberên şer de bi stranên xwe yên şoreşgerî de moral didan hevalên xwe.

Hevreya herdu şehîdan Fatima Ebdo jî got: "Şehîd Vejîn û Barîn ji me re nimune ne û hiştin ku em bi çanda xwe ve girêdayî ne. Rêya ku herdu şehîdan ji me re xêz kirine rêya azadiya jin û xilasiya ji koletiyê ye."

Di bîranînê de rêvebera Kongreya Star Fatima Hesen bal kişand ser kurtejiyana têkoşber Vejîn dema ew fêrî zimanê dayikê dikirin û got: "Rexmî temenê wê yê biçûk, di xebatên parastina çandê ranewestiyan û di nava YPJ'ê de jî cih girtin. Şehîd Vejîn bi girêdana xwe ya bi çandê ve bû sembola azadî, berxwedanê û mînaka jiyana azad."

Dayika şehîd Vejîn, Elîf Osman soza şopandina rêya şehîdan da ta pêkanîna armancên wan û rizgarkirina herêmê ji çeteyan.

Piştî axaftinan Tevgera Çand û Hunerê wêneyek ji xêzên endamên Çand û Hunerê diyarî dayikên herdu şehîdan Vejîn û Barîn kirin.

Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Helebê Vejîn û Barîn di destpêka 2018'an de di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/URt4hZJKsFc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>