Mîhrîcana Mîtan di roja 6'an de didome

Di roja 6'an a Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê sûc û binpêkirinên dewletê yên li dijî gel hate vegotin.

Mîhrîcana Mîtan di roja 6'an de didome
Mîhrîcana Mîtan di roja 6'an de didome
Mîhrîcana Mîtan di roja 6'an de didome
Mîhrîcana Mîtan di roja 6'an de didome
Mîhrîcana Mîtan di roja 6'an de didome
Mîhrîcana Mîtan di roja 6'an de didome
Mîhrîcana Mîtan di roja 6'an de didome
Mîhrîcana Mîtan di roja 6'an de didome
Mîhrîcana Mîtan di roja 6'an de didome
31 ÇILE, 2020   15:29
ŞEHBA

4'emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê di roja xwe ya şeşemîn li ser dika çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê de berdewam dike.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji bo şanoya îro temaşe bikin li navendê amade bûn. Şanoya îro bi navê "Terîfê Heydo" ye. Nivîskarê şanoyê Memduh Edwan e û derhêner Selam Îbo û Mîrzan Bekir e.

 Çalakiyên mîhrîcanê bi pêşendana berhema pêlîstokan destpê kir. Pêkîstok balê dikşand ser adetên civakê Efrînê li gel rewşa koçberiyê, jê pêanîna dawet û şahiyan li kantona Şehbayê.

Piştre şanoya "Terîfê Heydo" hate pêşandan. Şano serpêhateiya mêrekî ku xaniyê jinekê kirê kiribû vedibêje. Li gorî şanoyê "Kiriya 4 mehan a xanî li ser mêr an ku Terîfê Heydo kom dibe. Li ser vê yekê biryar dide ku biçe gundê xwe û zeviyên xwe yê çandinî bifroşe da ku deynan bide.

Jinê texmîn dike ku zilam ji ber deynan reviyan û gilî li polîsan dike. Polîsan bê serûber dest bi lêgerînê dike û bi sedan kesên dişbiyan Terîfê Heydo girtin.

Piştre Terîfê Heydo vedigere mal û deynê jinê dike.  Herdu biryar didin ku bizewicin. Di merasîmê pêkanîna zewacê de polîsên dewletê digirin ser malê û jinê bi xwe de dibin da ku wan bi Terîfê Heydo bidin naskirin. Lê jin Terîfê rast bi wan dide naskirin ku vegeirya malê. Lê polis bawer nakin û wê neçar dikin ku wê bibin beşê polîsê."

Di şanoyê de gelek mijarên din girêdayî zulm û gendelya dewletê ya li dijî gel vedibêje.

Sibe dê şanoya "Nesrîn" were pêşanda.

ANHA