​​​​​​​'Dagirkeriya Tirk alên xwe li ser avahiyên li kantona Efrînê radike'

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker alên xwe li ser avahiyên kantona Efrînê rakirin û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna niştecihên resen didomîne.

​​​​​​​'Dagirkeriya Tirk alên xwe li ser avahiyên li kantona Efrînê radike'
31 ÇILE, 2020   14:22
ŞEHBA

Çavkaniyên pê bawer ji kantona Efrînê gotin artêşa Tirk a dagirker alên xwe li ser avahiyên kantona Efrînê rakirin. Çavkaniyan sedema rakirina alên Tirkiyê li ser agahiyên kantonê nas nekirin û diyar kirin ku alên Tirkiyê tenê li ser bendên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker de mane.

Der barê mijareke din, hêzên rejîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsya û desteka bejahî ya ji aliyê Îranê ve li Idlibê pêşde diçe. Çavkaniyan destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker bi sedan malbatên çeteyan li Efrînê bi cih kirin.

Li gorî heman çavkaniyan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di çarçoveya guhertina demografî de, şêniyan Efrînê neçar dikin ku malbatên çeteyan pêşwazî bikin an jî malên xwe ji bo wan vala bikin. Şêniyên kantonê yên resen nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.

Li aliyekî din çeteyên Cebha El-Şamiya binpêkirinên xwe yên li gundê Mereskê yê navçeya Şerayê didomîne. Serçeteyên Cebha El-Şamiya Ebû Bekirî  bi alîkariya çete Osman Kedro û Hesen Osman Kedro darên ayidê welatiyê bi navê Mihemed Tobal Hemo dibirin.

Serçete Ebû Bekirî tevahî zeviyên şêniyên Efrînê yên hatine koçberkirin desteser kirin.

ANHA