‘Şerê li Helebê ji bo sivikkirina şerê Idlibê ye’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihmed Xêr Şêxo got "Şerê li Helebê ji bo sivikkirina şerê li eniyên Idlibê ye.”

‘Şerê li Helebê ji bo sivikkirina şerê Idlibê ye’
30 ÇILE, 2020   07:26
MINBIC

Li aliyên bakur û rojavayê Helebê şerekî dijwar di navbera çeteyên artêşa Tirk û hêzên rejîmê de rû dide. Yanî di dema şerê li Idlibê de şer li Helebê jî dest pê kir. Êdî Heleb jî nikare pêşwaziya koçberan bike.

Têkildarî şerê li dijî bejahiya rojavayê Helebê ajansa me hevdîtin bi hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê Mihemed Xêr Şêxo re çêkir.

Şêxo got: “Di salên derbasbûyî de hêzên rejîma Sûriyê li bajarê Helebê û derdora wê rûbereke zêde kontrol kir. Komên çete li rojavayê bejahiya Helebê mabûn. Bi topbarana taxên Helebê re komên çete dest bi operasyonên xwe kir, di encamê de sivîl bûn qurbanî. Tirs û xof di nava şêniyên Helebê de çêbû. Êrişên li dijî bajarê Helebê bi êrişên hêzên rejîmê yên li dijî çeteyên El-Nusra û komên çete yên ku li Idlibê bi cih bûne, pêk hatine.”

Şêxo dibîne ku şerê li bajarê Helebê rû dide hewldana kêmkirina şerê li dijî eniya Idlibê ye. Şêxo got: “Piştî dewleta Tirk îdiaya vekişandina piştgiriya komên çeteyan ragihand, komên çete şiyar bûn.”

Şêxo diyar kir ku vekişandina Tirkiyê tirs û gendelî xist nava komên çete û got: “Ji ber vê yekê bi armanca dagirtina valahiyê, dibe ku careke din li Idlibê dest bi operasyonan bike. Di encamê de sivîl dibine qurbanî.”

Mihemed Xêr Şêxo îşaret bi projeyên dewleta Tirk kir û wiha lê zêde kir: “Geh piştgiriya çeteyan dike û geh jî dev ji wan berdide. Ev jî ji ber destwerdana Tirkiyê ji Sûriyê û ji dagirkirina beşek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dewleta Tirk bi van kiryaran hewldana çêkirina sînorekî dagirkirî li seranserî sînorê Sûriye-Tirkiyê dike û projeyên Osmanî li herêmê pêk bîne.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0qbBlSTM4wM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>