Farûq El-Maşî: Me pêşwaziya bi sedan koçberên ji Idlibê kir û em ê kampan vekin

Hevserokê Karûbarê Civakî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî got: “Bi sedan şêniyên Idlibê gihaştin herêmên Rêveberiya Xweser û hê jî tên. Me pêşwaziya bi sedan koçberên ji Idlibê kir û em ê ji wan re kampan vekin.”

Farûq El-Maşî: Me pêşwaziya bi sedan koçberên ji Idlibê kir û em ê kampan vekin
30 ÇILE, 2020   07:16
REQA-EHMED KIMYAN

Derbarê hejmara koçberên ji bajarê Idlibê, bicihkirina koçberan li herêmên Rêveberiya Xweser, alîkariyên ji koçberan re têne pêşkêşkirin û derfetên pêşwazîkirina hêjmarek zêdetir ajansa me bi hevserokê Desteya Karûbarê Civakî yê Rêveberiya Xweser Farûq El-Maşî re çêkir.

Maşî wiha dest bi axaftina xwe kir: “Deriyê me ji bo gelên bajarê Idlibê vekirîye. Ev erka me ya mirovî,  exlaqî û pîvaneke QSD`ê û Meclisa Sûriyê Demokratîk e.”

Farûq El-Maşî bal kişand ser daxuyaniyên fermandarê QSD`ê Mazlûm Ebdî yên amaje bi pêşwazîkirina şêniyên Idlibê dikin, û got: “Ji ber vê yekê me deriyê xwe ji koçberên ji şerê Idlibê reviyane re, vekir.”

‘EM Ê JI BO KOÇBERÊN JI IDLIBÊ KAMPAN VEKIN’

Farûq El-Maşî diyar kir ku ew wê ji bo bicihkirina koçberên ji Idlibê ku berê xwe dane herêmên Rêveberiya Xweser, li bajarê Minbicê kampan vekin.

‘EV ERKA ME YE Û LI GORÎ DERFETÊN XWE EM Ê ALÎKAR BIN’

Têkildarî alîkariyên Rêveberiya Xweser pêşkêşî koçberan dike, Maşî wiha axivî: “Ew mirovên me ne û ji ber hovîtiya terorîstan berê xwe dane herêmên Rêveberiya Xweser. Lewma erkekî me yê exlaqî û mirovî ku em xwedî li koçberan derbikevin û li gorî derfetên xwe bi wan re alîkar bin. Bi sedan kes hatine. Piraniya wan berê xwe dane bajarê Minbicê. Li gel vê yekê êrişên terorîstan berdewam in û hejmar zêde dibe.”

Maşî bang li şêniyên Idlibê kir û wiha got: “Şêniyên Idlibê mirovên me ne. Kesên berê xwe bidin me, em ê sînga xwe ji wan re vekin. Ji ber em wekî gelên Sûriyê amade ne birayên xwe hembêz bikin. Her wiha ne tenê koçberên ji Idlibê, yên ji herêmên din ên Sûriyê jî.”

Ji destpêka salê ve li bajarê Idlibê şerekî dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komîn îslamî yên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike de, rû dide. Di encamê de hejmareke mezin ji sivîlan bûn qurbanî .Li ser vî esasî fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî li ser rûpela xwe ya twitterê ragihand ku ew amadene pêşwaziya şêniyên Idlibê yên berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bikin.

(eh)  

ANHA