Kewser Seydî: Kilamên kurdî hestên mirov ên civakî û neteweyî dilivînin

Dengbêj Kewser Seydî bi salan e li Kobanê di civatan de dengbêjiyê dike û diyar dike ku kilamên kurdî hestên mirov ên civakî û neteweyî dilivînin.

Kewser Seydî: Kilamên kurdî hestên mirov ên civakî û neteweyî dilivînin
Kewser Seydî: Kilamên kurdî hestên mirov ên civakî û neteweyî dilivînin
30 ÇILE, 2020   09:17
KOBANÊ-DÎCLE EHMED-ZANA SÎDÎ

Bi dehan hunermendên Kurd ên ji Kobanê mîna Baqî Xido, Micoyê Bekeborî, Bozan Ehmed û Mamed Kaşo çîrokên lehengên Kurdan an jî evîndaran vegotin û stran. Hîn jî dema mirov li kolanên bajarê Kobanê diğere, mirov dengê wan hunermendan dibihîze.

Kilaman û dengbêjiyê zimanê kurdî parast û serpêhatiyên cografiya Kurdistanê belge kirin.

Li Kobanê jina bi navê Kewser Seydî ji 20 salan zêdetir e stran û kilaman dibêje û wiha tîne ziman: “Kilamên kevnar ên kurdî hestên mirovan ên civakî û neteweyî dilivînin.”

Kewser Seydî di van salên dawîn de stranên kurdî di civatên jinan de jî dibêje û lehengiya şervanên Kurd ên li Rojava li ber xwe dane, serpêhatiyên gel û êrişên li dijî herêmên Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê, komkujiya DAIŞ`ê ya li dijî gelên Kobanê raber dike.

(eh)

ANHA