ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 30-1-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 30-1-2020`AN
30 ÇILE, 2020   05:00

-Şopandina bûyerên li herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar dikevin.

-Şêniyên bajarê Hesekê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar şehîdên meha Çileyê bibîr tînin. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê û Dêrikê şehîdên meha Çileyê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê û Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê bibîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şervanên Aşûrî yên cêwî ku li dijî komkujiyên çeteyên DAIŞ bê deng neman, di sala 2015’an de di nav Hêzên Parastina Xabûr de cih girt. Niha jî ev cêwî bi vîna tolhildana ji komkujiyên dewleta Osmanî û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li ber xwe didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Karûbarê Civakî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî got: “Bi sedan şêniyên Idlibê gihaştin herêmên Rêveberiya Xweser û hê jî tên. Me pêşwaziya bi sedan koçberên ji Idlibê kir û em ê ji wan re kampan vekin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijara yekem a gelê Kurd bûye yekîtî. Gelê Kurd bang li partiyên siyasî dike ku dev ji berjewendiyên partiyetî berdin, berjewendiya giştî tercîh bikin, gel esas bigirin û pişta xwe nedin aliyên derve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Piştî dagirkirina bajarê Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve guhertin û veguhertinên bi lez li navçeya Eyn Îsayê rû dan. Bi alîkariya dagirkeriya Tirk çeteyên DAIŞ‘ê tevî malbatên xwe reviyan, şaneyên veşartî yên çeteyan belav bûn. Navenda navçeyê û gundên wê hema bêje rojane tê hedefkirin û niştecihên wê têne koçberkirin. Lê şênî nîşana terorê li rex navê Tirkiyê û çeteyê wê xêz dikin ku rastiya îdiayên wan çewt derket holê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Çalakvanê siyasî û hiqûqnasê Iraqî Esad El-Abadî destnîşan kir ku dewleta Tirk danûstandin bi Kurdan re bidawî kirin û tecrîd li Rêber Abdullah Ocalan girantir kir. her wiha destnîşan kir ku rêxistinên navneteweyî xwe li hember doza azadiya Ocalan, gelê Kurd û gelên herêmê kor dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê Desteya Fermandariya Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurd li Sûriyê Musa Kino bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got: “Armanca dewleta Tirk tinekirina Kurdan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ê bajarê Minbic û gundewarên wê Mihmed Xêr Şêxo got: "Şerê li Helebê ji bo sivikkirina şerê li eniyên Idlibê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Çalakiyên 4`emîn Mihrîcana Mîtan li ser dika Çiyayê Kurmênc li navçeya Ehdas di roja pêncemîn de didomin saet 15:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bûyer û serpêhateyên cografiya Kurdistanê ji nifşekî vediguheze nifşekî din û bi awazên dengên xwe hestên mirovan dilivînin. Lewra dengbêjiya kurdî rastiya kurdan vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ev 5 sal in bajarê Kobanê ji tarîtî û hovîtiya DAIŞ’ê rizgar bûye. Lê heta niha jî xaniyên kavilbûyî di nava bajêr de hene. Ev xanî şopên zindî yên wehşeta çeteyên DAIŞ’ê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dibistana amadehî ya pîşesazî ya bajarê Qamişlo rêgeza teorî û piratîk di perwerdeyên xwe de dide meşandin. Di yekemîn gavên piratîk de xwendekarên beşa necartî û hesinkariyê 25 hezar daniştok ji dibistan û baxçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re amade kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA