Siyasetmedarên Helebê li hemberî êrişan banga hevgirtinê li hêzên Sûriyê kir

Siyasetmedarên bajarê Helebê got êrişên dawîn ên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî bajarê Helebê tên wateya nûkirina xewna Osmaniyan. Siyasetmendaran bang li hêzên neteweyî yên li Sûriyê kir ku yekitiya xwe ava bikin da ku bigihîjin çareseriyekê ku tevahî gelê Sûriyê jê razî be.

Siyasetmedarên Helebê li hemberî êrişan banga hevgirtinê li hêzên Sûriyê kir
29 ÇILE, 2020   08:30
HELEB-SOLÎN REŞÎD-HENAN MIHMED

Têkildarî êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî bakur û rojavayê bajarê Helebê, siyasetmedarên Helebê nêrînên  xwe ji ajansa me re parve kirin. Siyasetmedaran anî ziman ku dewleta Tirk hê jî hewl dide xeyalê xwe yê zindîkirina Mîsaqa Millî pêk bîne.

Siyasetmedarê serbixwe Îsam Ezûz anî ziman ku êrişên dawîn ên li dijî bajarê Helebê nakevin xizmeta gelên Sûriyê, tenê xizmeta dijminên gelê Sûriyê, di serî de dewleta Tirk dike û wiha domand: "Yê herî zêde ji xirabûna li herêmê sûdê werdigire dewleta Tirk e. Wekî tê zanîn Tirkiye yek ji dewletên ku beşdarî Hevpeymana Sykes-Picot bûye, lê ev hevpeyman li beramberî gelên Sûriyê bi bin ket, ji ber ku li cem gelê Sûriyê hin taybetmendî hene ku welatê xwe serbixwe ava bikin. Gelê Sûriyê di pêngava emperyalîzma bilind re derbas dike ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê dike hedef. Êrişên li dijî bajarê Helebê beşek ji komployên mezin ên li dijî herêmê ne."

Ezûz wiha li axaftina xwe zêde kir: "Divê em li fikrê netewiyetê vegerin ê ku hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanan digire nava xwe. Êdî divê gelên Sûriyê serwext bin ku hebûna mirovan ji hebûna ol û mezheban kevntir e, lewma divê em bi avakirina mirovê şaristanî dest pê bikin."

Îsam Ezûz di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên rejîma Sûriyê, QSD`ê û hêzên sivîl kir ku ji bo herêmên ku artêşa Tirk dagirkirine vegerînin hevgirtina xwe ava bikin û çareseriyekê ji bo gelên Sûriyê pêk ve bibînin.

Endamê Partiya Neteweya Civakî ya Sûriyê Fadî Îsmaîl bal kişand ser desteka dewleta Tirk a bi komên çete re û wiha pê de çû: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk sînorê xwe ji bo derbaskirina çeteyan vekir û desteka çek, lojîstîk û pere dan rêxistinên tundraw. Li gel vê yekê di bin navên olî êriş dike. Lewma dewleta Tirk di piştgiriya terorê de xwedan roleke sereke ye. Dewleta Tirk terorîstan li dijî xaka Sûriyê bikar tîne û ji sînorê Tirkiyê dest pê dike û ber bi aliyê bakur ve diçe, nexasim parêzgeha Heleb û Idlibê."

Fadî Îsmaîl îşaret pê kir ku Idlib navenda kombûna terorîstan e ku cihê herî nêzî sînorê Tirkiyê ye û got: "Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve navendên leşkerî yên hevbeş li Atima ava kir û ji vir dest bi operasyonan kir, ev der cihê terorîstan e, ne tenê li dijî Sûriyê lê belê li dijî gelên cîhanê pêk ve êrişan pêk tînin.

Rêveberê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Helebê Merî Şiblî jî wiha got: "Êrişên li dijî bajarê Heleb û Idlibê ku bi awayekî stratejîk bi hev ve girêdayî ne. Bajarê Helebê xewneke dewleta Tirk e û dixwaza li gorî Mîsaqa Millî ya Osmanî bi dest bixe."

Şiblî di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk, dewleteke dagirker e û girêdayî Îxwan El-Mislimîn e, lewma plana dagirkirina dewletên din jî dike. Dewleta Tirk dixweze Helebê kontrol bike û bi rejîma Sûriyê re rû bi rû bimîne û bi vê yekê dewleta Tirk dixweze ji Rûsyayê re bibêje, heke tu li Lîbyayê kelaman ji Tirkiyê re derxe, ez ê dest bi êrişên li dijî Sûriyê bikim."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YhypfWW4roQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>