Çi li pey serdana dawîn a Erdogan a ji bo Cezaîrê  heye?

Li gorî nirxandinên çavdêran serdana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Cezaîrê ji bo çend armancan e; di aliyê aborî de, desteka Cezaîrê di rola Tirkiyê ya di Lîbyayê de, her wiha Cezaîr wek kaxezekê ji bo derbasbûna xwe ya ji Afrîkayê re bi kar bîne.

Çi li pey serdana dawîn a Erdogan a ji bo Cezaîrê  heye?
29 ÇILE, 2020   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN – UMER MÛS

Çend roj berê dewletên cîranên Lîbyayê; Misir, Tûnis, Çad, Malî, Sûdan û Nîjerya li Cezaîrê li hev civiyan. Di civînê de destwerdanên biyanî di Lîbyayê de hatin redkirin. Her wiha girîngiya çareserkirina siyasî ji bo pirsgirêka Lîbyayê hate kirin. Piştî civînê bi çend rojan serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Cezaîrê kir.

Civîn hemwextî ku li Lîbyayê pêşketinên meydanî rû didan û aloziya di navbera hikûmeta Wîfaq a bi serkêşiya Fayiz El-Sîrac û artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter de giran bû, pêk hat.

Erdogan di destpêka serdana xwe de axaftinên nebaş ji Hefter re kirin û ew wek "terorîst" û "astengdarê aştiyê" bi nav kir. Li gorî çavdêran ku xwe dispêrên daxuyaniyên Erdogan, ne mimkun e ku serdana Erdogan a ji bo Cezaîrê ya bi navê "dostanî" ye ji dosyaya Lîbyayê û pêşketinên li herêmê werin cudakirin.

Di serdanê de du dosyayên sereke hatin gotûbêjkirin. Dosyaya yekem a hevdîtinê, têkiliyên her du welatan bi taybet li ser têkiliyên aborî bû.

Dosyaya duyemîn girêdayî aloziya Lîbyayê û pêşketinên domdar, nexasim piştî ku xeta siyasî ya ku di Konferansa Berlînê de hewl hate dayîn di navbera aliyên Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê Hikûmeta Wîfaqê Fayiz El-Sîrac de were pêkanîn, bi bin ket.

Çavdêr dibînin ku Erdogan bi lez vexwendina serdana Cezaîrê ya ku beriya sê hefteyan jê re şandibû, qebûl kir. Di çarçoveya mudaxeleya dewleta Tirk di Lîbyayê de bi îdiaya piştgiriya hikumeta rewa li welêt û rola Cezaîrê ya girîng di aloziya Lîbyayê de ji ber ku Cezaîr cîrana Lîbyayê ye, ev serdan ji bo Tirkiyê girîng e.

Li gorî şîrovekarên siyasî bi awayekî bingehîn, Erdogan tima dike desteka siyasî ji Cezaîrê ji bo rola xwe di Lîbyayê de wergire. 

Lê çavdêr texmîn dikin ku Erdogan di serdana xwe de desteka siyasî ji Cezaîrê wergire. Ji ber ku siyaseta Cezaîrê di vê nuqteyê de sabît e ku girîngiyê dide destwerdana siyasî û leşkerî ya di kar û barên dewletên din de. Lê di civîna dewletên cîranên Lîbyayê de beşdaran li ser yek helwestê li hev kir, ew e ku desterdanên derve yên di Lîbyayê de red bikin.

BI SERDANA ERDOGAN RE DÊ JI BO ALOZIYA LÎBYAYÊ ÇI ENCAM DERKEVIN?

Çavdêr dibînin ku bi aloziya Lîbyayê re nêzîkatiyeke yekalî di navbera Cezaîr û dewleta Tirk de heye, ew jî piştgiriya Cezaîrê ji hikumeta Wîfaqê û serokê wê El-Sîrac re ye, lê di heman demê de naxwaze Xelîfe Hefter jî dûr bikeve, lê hewl dide her du aliyan razî bike û piştgiriya çareseriya siyasî bike. Ev jî berevajî helwesta dewleta Tirk a ku plana dûrxistina Hefter ji rewşa Lîbyayê dike û di aliyê leşkerî û wekî din piştgiriya Sîrac û destwerdana biryara navxweyî ya Sîrac dike.

Tirkiye hewldana qezenckirina Cezaîrê û çareseriya aloziya Tirkiyê ji bo aloziya Lîbyayê dike, bihêle Cezaîr di diyalogên Lîbyayî-Lîbyayî de rola Tirkiyê derxe pêş û bêyî ku piştgiriya aliyekî li ser hesabê aliyê din bike anku wekî ku Erdogan dixwaze.

GELO MÎSOGERKIRINA ABORIYA TIRKIYÊ LI CEZAÎRÊ DI DESTÊ ERDOGAN DE DÊ BIBE KARTEKE SIYASÎ?

Dewleta Tirk li Cezaîrê gelek bazirganên mezin ên biyaniyan dixebitîne, li gel vê yekê li Cezaîrê xwedan serweriyeke aborî ye û ji sala 2017`an ve di bikaranîna bazirganan de di asta yekemîn de ye, ji vê yekê hevkariya aborî piştî aloziya Lîbyayê û serdana Erdogan ji Cezaîrê re, girîngtirîn dosya ye.

Her wiha ji aliyê dan û standina bazirganiya di navbera Enqere û Cezaîrê de, Cezaîr mezintirîn dewleta Afrîkayê ye ku têkiliyên aborî bi Enqerayê re danîne, isbata vê yekê jî çavdêran bi bîr xist ku nirxê bazirganî yê bi Tirkiyê 5 milyar dike û di heman demê de sermayedariya Tirkiyê li Cezaîrê jî zêdetirî 3 milyar dolar e.

Çavdêr dibînin ku sermeyadariya Tirkiyê li Cezaîrê xurt e û ne dûr e ku bi vê kartê Tirkiye erêkirineke siyasî ji Cezaîrê qezenc bike û pêşxistina vê hevkariyê ta asteke bilind bi cih hat, isbata wê jî encamên ji civîna Erdogan û Tabun derketin ku mecliseke aborî-stratejîk di navbera Tirkiye û Cezaîrê de çêbe.

Çavdêr texmîn dikin ku belgeya aborî ya xurt mimkun e ku gelek projeyên Erdogan bi ser bixe û mimkun e bi vê rêgehê rola Tirkiyê li Lîbyayê xurt bibe. 

Çavdêrên siyasî avakirina mecliseke hevkar-aborî û stratejîk ku di encama civîna Erdogan û Abdulmecîd Tabûn de hatiye encamdan wekî karta zextê ya li dijî Cezaîrê nabînin û pêşbîn dikin ku hevkariya aborî ya Erdogan û Tabûn dê  bi rêya Cezaîrê deriyê aboriyê li Afrîkayê veke.

Lê der barê dosyaya Lîbyayê de, Cezaîr xwedan xalên diyar e û ne mimkun e rasterast piştgiriya êrişên Tirkiyê li Lîbyayê bike, lê bi sistayî bi hikumeta Wîfaqê ya li Lîbyayê re dide û distîne, ev jî bi xwe re zemînê plana aboriya Tirkiyê li Afrîkayê ava dike. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya hevkariya aborî ya hikumeta Wîfaqê, Cezaîr û Enqereyê derbasî hundirê parzemîna Afrîkayê bibe û di bin navê aboriyê de hêzeke herêmî afrîkî ku piştgiriya Tirkiyê bike, ava bike.

 Di heman demê de çavdêr dibînin ku serdana Erdogan bi bin ketiye, lê heke Cezaîr deriyê aborî ji dewleta Tirk re vekir û derbasî Afrîkayê bû, li gel vê yekê vekirina rêya bazirganiyê di navbera Tirkiye, Hikumeta Wîfaqê û Cezaîrê de vekir, muhtemel e di demên pêş de rola Tirkiyê di Lîbyayê de xurtir bibe.

(eh)

ANHA