Nexweşxaneya mezin a Şedadê tê sererasatkirin

Bi armanca pêşxistina xebata tenduristiyê, li navçeya Şedadê Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê dest bi sererastkirina nexweşxaneya Şedadê ya mezin kir.

29 ÇILE, 2020   08:36
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Piştî çeteyên DAIŞ`ê sala 2014`an navçeya Şedadê dagir kir, bijîşkan dev ji klînîkên xwe berda, di encamê de rewşa tenduristiyê bi paş ket. Ji bo vê yekê bangewaziyên vegera bijîşkan û pêşxistina xebata tenduristiyê li navçeyê zêde dibe.

Li navçeya Şedadê Heyva Sor a Kurd serpereştiya Navenda Tenduristiyê ya Gel dike û li gorî derfetên xwe 24 seatan xizmetê dike. Navçeya Şedadê dûrî bajarê Hesekê ye û klînîkên pisporane tune ne, lewma lêçûna veguhastina nexweşan ber bi nexweşxaneyên Hesekê ve zêde ye.

Welatiyê bi navê Elî Bedir diyar kir ku navçeya Şedadê mezin e, hejmara niştecihên wê pir e, lê ji bilî Navenda Tenduristiyê ya Gel tu navendên din tune ne. Bedir bang li aliyên peywendîdar kir, ku rewşa navçeyên di ber çavan re derbas bikin û çareyeke guncaw bibînin.

Welatiyê bi Ehmed Hemîd bi bîr xist ku ji tirsa DAIŞ`ê û komên din doktoran dev ji kilînkên xwe berdan û ji navçeyê derketin, lewma rewşa qada tenduristiyê ya navçeyê xerab bû.

Di vê derbarê de rêvebera Navenda Tenduristiyê ya Gel a navçeyê Ciwana Ehmed got: "Ji beriya 2 salan ve Heyva Sor a Kurd Navenda Tenduristiyê ya Gel vekir Li Navenda Tenduristiyê ya Gel kilînîkên nexweşiyên hundirîn, zarokan û ya jinan hene."

Ciwana Ehmed diyar kir ku Navenda Tenduristiyê ya Gel 24 seatan xizmeta gel hem li kilînîka jinan û hem li ya zarokan dike, ji ber ku doktor li navenda bajêr tune ne.

Nexweşxaneya Şedadê ji mezintirîn nexweşxanyên bajarê Hesekê ye, dema çeteyên DAIŞ`ê başûrê gundewarên kantonê dagirkirin, nexweşxane talan û wêran kirin, li gel vê yekê çete tê de derman dikirin û wekî navendekê bi kar dianîn, lewma Rêveberiya Sivîl nekarî zû bi zû nexweşxaneyê vekin.

Nexweşxane li nav herêmên Mergeda, Deşîşa, Erîşa û gundên girêdayî navçeyê ye, xizmeta zêdetirî 500 gundên din dike, vekirina nexweşxaneyê gaveke girîng ji rewşa qada tenduristiyê ye.

Welatiyê bi navê Mihmed Hemûd bal kişand ser girîngiya vekirina nexweşxaneyê di demeke nêzî de û anî ziman ku rewşa madî ya şêniyan têrê nake ku nexweşên xwe veguhêzin bajêr.

Têkildarî gilî û gazinên ji rewşa tenduristiyê ya navçeya Şedadê, me xwe gihand hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya şaxê Şedadê Salih El-Elî. Salih El-Elî got Desteya Tenduristiyê bi hevkariya rêxistineke mirovî re amadekariyên sererastkirina nexweşxaneyê dikin da ku dîsa bikeve xizmetê.

(eh)

ANHA