Dewreyeke nû ya Hêzên Erka Xweparastinê bi dawî bû

Akademiya Şehîd Omer Nebû Hesen a Hêzên Erka Xweparastinê dewreya leşkerî ya 7`emîn bi merasîmekê bi dawî kir.

Dewreyeke nû ya Hêzên Erka Xweparastinê bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Erka Xweparastinê bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Erka Xweparastinê bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Erka Xweparastinê bi dawî bû
Dewreyeke nû ya Hêzên Erka Xweparastinê bi dawî bû
23 ÇILE, 2020   13:41
MINBIC

Akademiya Şehîd Omer Nebû Hesen dewreyeke leşkerî ya nû bi navê Dewreya Şehîd Faris bi merasîmekê bi dawî kir. Endamên saziyên bajarê Minbicê û gundewarên wê di merasîma bidawîkirina dewreyê de amade bûn.

Dewreyê 45 rojan dewam kir û tê de dersên fikrî, leşkerî û siyasî hatin dayîn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Hesen Ewnî axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir.

Ewnî wiha got: "Dê ji îro de erka nû ya parastina axa welêt bikeve ser milê şervanên dewreyê. Dê mîrasa hevalên xwe yên şehîd ku axa welêt a tev li xwîna wan bûye, biparêzin."

Ewnî her wiha diyar kir ku dê ji bo têkbirina êrişên li ser xakan tên kirin, her tim amade bin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El-Dahêr jî wiha axivî: "Em bi qasî berpirsyariya ku şehîdan radestî me kiriye ne. Yên ku di oxira rizgarkirina welatê xwe ji terorê de canê xwe feda kirin, bûne pira derbasbûna jiyana azad û bi rûmet."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RIcjo1vJs9k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>